Piştî têkçûnê, pêleke nû ya DAIŞ’ê ya herî hov û tundtir heye

Li gorî texmîn û nîşaneyan, DAIŞ stratejiyeke nû pêk tîne û li fikra “dewletê” ya têkçûyî venagere. Pisporê kar û barên terorê hişyarî li ser pêleke nû ya DAIŞ’ê da ku ji berê hovanetir û tundtir e.

Piştî têkçûnê, pêleke nû ya DAIŞ’ê ya herî hov û tundtir heye
29 kanûn, 2020   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎDAR REMO-EMANÎ EZAM

Tevî têkbirina DAIŞ’ê ji aliyê erdnîgarî ve li Sûriye û Iraqê û têkçûna “xîlafeta” wê, lê çalakbûna rêxistinê destnîşan dike ku ew bi temamî nehatiye têkbirin. Ji ber çeteyên DAIŞ’ê rêxistina xwe li herêmên cuda yên Sûriyê û Iraqê bi rê ve dibin.

DAIŞ LI IRAQ Û SÛRIYÊ…

Piştî rêxistina DAIŞ’ê rûbereke mezin ji Iraq û Sûriyê dagir kir û sînorê di navbera her du welatan de rakir, berdevkê DAIŞ’ê Ebû Mihemed Ednanî (bi destê QSD’ê di şerê li derdora Efrînê yê di 30’yê Tebaxa 2016’an de hat kuştin) bi qeydeke belgekirî ya di 29’ê Hezîrana 2014’an de ragihandibû ku DAIŞ “Dewleta Îslamî” li xaka di bin kontrola wê de li Iraq û Sûriyê ava kiriye.

Ednanî daxuyand ku nav ji “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” veguherî “Dewleta Îslamî”, her wiha ragihand ku pabendî serçete Ebû Bekir EL-Bexdadî yê “xelîfê misilmanan” e.  Li aliyekî din jî DAIŞ li bajarê Reqayê xîlafe ragihand.

Lê damar û rihên DAIŞ’ê heta beriya vê dîrok bi 11 salan e, ji ber ku DAIŞ di 2003’yan de hat avakirin. Di wê salê de jî Amerîka derbasî Iraqê bû.

Ji Iraqê DAIŞ’ê berê xwe da Sûriyê, di wê demê de jî aloziya Sûriyê di Adara 2011’an de nû dest pê kiribû û heta îro jî dewam dike. Bi derbasbûna li Sûriyê re, DAIŞ’ê nêzî 100 kîlometre çargoşe ji Iraq û Sûriyê û 7 milyon şênî kontrol kir. 

QSD’ê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li Baxozê ya Sûriyê, DAIŞ di Adara 2019’an de têk bir. Piştre DAIŞ’ê xwe ji nû ve ava kir û li cihên cuda li Sûriyê û Iraqê derket û navê “sêgoşeyên mirinê” lê kir.

Rêxistina DAIŞ’ê rêbaza şer ji eniyên yekser û ya bi armanca serweriya fireh li erdnîgariyan veguherî şerê çetetiyê û komên biçûk. Bi wê re jî êrişên ji nişka ve û cihêreng pêk tîne.

Piştî çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê erdnîgarî ve têk çûn, xwe li herêmên ji aliyê ewlehiyê ve hilweşiyayî yên li Iraqê xwe bi cih kirin.  Ew jî tevî ku desthilatên li Iraqê di 2017’an de ragihandibû ku DAIŞ têk biriye, lê êrişên wê li “sêgoşeyên mirinê” yên li herêma stratejîk a ku 3 parêzgehan bi hev ve girê dide, kêm nebûn.  Bi taybet li herêmên bakurê rojhilatê Diyala, başûrê rojavayê Kerkûk û rojhilatê Selaheddîn. Ji ber ku ew sêgoşe herêmeke çiyayî ye û wek çolistanê, bi wê re jî çeteyên DAIŞ’ê bi lez û bi awayekî azad û bêyî çavdêriya ewlehî, tev digerîn.

Lê li Sûriyê jî, DAIŞ’ê hebûna xwe, piştî têkbirina li Baxozê, mîna komên biçûk ji nû ve ferz kir. Ew kom jî xwe li beyarê Sûriyê yê li sînorê hevbeş ê bi ser Iraq û Urdinê ve bi cih kir. DAIŞ’ê li herêmên rojhilatê Siwêda, Humis, bejahiyên Şamê, başûrê rojhilatê Dêrazorê ku tê de petrol û gazê dewlemend e, xwe bi cih kir û weke cihên ewle dît, rûbera wan herêman jî 60 hezar çargoşe ye. Li aliyekî din jî şênî, bajar, gund û avahî li wan herêman kêm in, bi wê re jî çeteyên DAIŞ’ê di dema pêkanîna êrişan de bi hêsanî tev digerin.

PIŞTEVANÎ Û CEBILXANE

Li gorî rapora rêxistina Conflict Armament Research ya nehikumî ya lêkolînên çekkirina di şeran de, DAIŞ piştî ku ji aliyê erdnîgarî ve têk çû, çek, cebilxane û pereyên ku çeteyên wê bi salan ji petrola Sûriyê û Iraqê wergirtine, veşartin. Ji bilî wê jî şûnwarên ku dizîne jî veşartin. Li aliyekî din jî DAIŞ’ê xwe ji aliyê aborî ve, xwe dispart ferd û şîrketên malbatî yên wek navbeynkar li nêzî herêmên belavbûna wan dixebitîn, nexasim jî li başûrê Tirkiyê.

Li gorî Monte Carlo, pisporê çekdan Caliber Obscura wiha texmîn dike: “DAIŞ’ê niha alavan ji derve pir nakire, lê belê tenê alavên pêşketî dikire. Ji ber ku çete pişta xwe didin xenîmetên ji şer mane û tiştên ji sûka reş dikirin.”

Li gorî rojnameya Wall Street Journal a amerîkî, li gel DAIŞ’ê komeke ji şîrket û kesên pereyan bi sedan milyon dolar ji tevahî Rojhilata Navîn, Asya Navîn didin, hene. Girêdayî vê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê texmîn kir ku yedeka rêxistinê ya darayî nêzî 300 milyon dolar e. Lê NY’yê jî ragihand ku herî kêm 100 milyon dolar li gel DAIŞ’ê heye.

BEXDADÎ…

DAIŞ’ê di dema kuştina Bexdadî ya 27’ê Cotmeha 2019’an de ya bi rêya operasyoneke leşkerî ya Amerîkayê li Idlibê (dûrî 5 km ji sînorê Tirkiyê) ya bi hevkariya bi QSD’ê re, derbeyeke giran xwar.

DAIŞ, ÎDEOLOJÎ, RÊXISTIN Û DEWLET

Têkildarî mijarê, lêkolînerê misirî yê kar û barên komên terorîst Samih Îd got: “DAIŞ 3 beş e, dewleta DAIŞ, rêxistina DAIŞ û îdeolojiya DAIŞ’ê. Dewleta DAIŞ’ê bi têkçûna serweriya li ser erdê û kuştina Ebû Bekir Bexdadî re bi dawî bû.”

Îd ji ANHA’yê re wiha domand: “Rêxistina DAIŞ’ê hê jî heye, lê belê dabeşî gelek beşan bûye, jê jî li wîlayeta Sîna ya Lîbyayê, li Afrîkayê û gurên bi tena serê xwe yên li herêmên cuda yên li cîhanê.”

STRATEJIYÊN DAIŞ’Ê

Pisporê misirî Samih Îd wiha domand: “Rêxistina DAIŞ’ê bi derbeyên li pey hev, kuştina serçete û kuştina serçeteyên leşkerî yên alîgirên Bexdadî pir bandor bû. Lê belê hin serçeteyên leşkerî yên dîtir hene ku bi dema 4 salan hatine perwerdekirin û şerê 26 dewletan dikin. Her wiha di şerên li wan dewletan de hejmareke mezin ji çekên ku ji artêşên Iraq û Sûriyê wergirtine, bi kar anîn.”

Li gorî pisporê misirî Samih Îd, stratejiya DAIŞ’ê ya nû di dema nêz de ne li gorî fikra dewletê ye, lê belê dê êrişên çetetî yên herî tund pêk bînin, ji nû ve xwe komî ser hev bike, endamên xwe perwerde bike, aboriya xwe xurt bike  û îdeolojiya xwe bisepîne.

ARMANC Û STRATEJÎ

Samih Îd da zanîn ku DAIŞ ji aliyê rêxistinî jihev ketiye, lê belê piştrast kir ku îdeolojiya wê heye û bi navê îdeolojiya kuştin, tundraw, teror, navên taybet mîna cîhad, armancgirtina Amerîka û rêxistinên siyasî yên li Rojhilata Navîn bi nav kir. Samih Îd wiha gotina xwe bi dawî kir: “Em li beramber pêleke nû ne, dibe ku herî tund û hov be û dibe ku navên wê ji El-Qaîde, Talîban û DAIŞ’ê cudatir be û dê îdeolojiya ku hewl dide xîlafeta îslamî ava bibe, bimîne.”

(fr)

ANHA