Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li serdozgeriyê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
29 kanûn, 2020   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi behaneya "Nexşeya Rê" ya ku Ocalan sala 2009'an pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, di 23'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan qedexe kiribû.