Li Soçiyê dan û standinên Rûsya-Tirkiyê li dar dikevin

Îro li Soçiyê dan û standinên Rûsya û Tirkiyê li dar dikevin, da ku pêşketinên herêmî û navneteweyî û bi taybetî doza Sûriyê nîqaş bikin.

Li Soçiyê dan û standinên Rûsya-Tirkiyê li dar dikevin
29 kanûn, 2020   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro civîna 8`emîn a koma plankirina stratejîk a hevbeş a Rûsya-Tirkiyê, bi rê ve dibin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê di civînê de nêrîn der barê pêşketinên herêmî û navneteweyî û têkiliyên her du welatan de werin nîqaşkirin û dê planeke şêwirî ya salên 2020-2021 were îmzekirin.

Tê payîn ku di civîna îro de doza Sûriyê jî were nîqaşkirin.

(cx)