​​​​​​​Tevgera Azadî: Divê deshilata Başûr rewşa xwe di ber çavan re derbas bike

Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê diyar kir ku berpirsê hemû pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê, desthilata heyî ye û got “Divê desthilata Başûr dest bi reform û lihevkirinên bi Bexdayê re bike.”

​​​​​​​Tevgera Azadî: Divê deshilata Başûr rewşa xwe di ber çavan re derbas bike
28 kanûn, 2020   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Tevgera Azadî li bajarê Kerkûkê li ser pêşketin û guhertinên dawîn ên li herêmê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê endamê desteyê Selam Ebdulla ve hate xwendin, wiha hate gotin:

“Berpirsê hemû pirsgirêkên çêbûne li herêmê, desthilata kurdî ya Başûrê Kurdistanê ye. Gelê Kurd bi giştî di bin êrişeke mezin de ye û hîn jî pirsgirêka nasname, xak û hebûnê heye. Tevî vê li Başûrê Kurdistanê derfetek heye ku beşek ji pirsgirêkan çareser bike. Lê mixabin ne ku çareserî, roj bi roj pirsgirêka li welat û qeyran ber bi zêdebûnê ve diçe.

Destwerdana welatên herêmê û bê îradeya desthilata Kurdî, bûne sedemek sereke ku carek din Kurd li Başûrê Kurdistanê bi Iraqê re pirsgirêkan jiyan bikin. Desthilata kurdî nekarî di projeya aboriya serbixwe de bi serkeve û jiyaneke baş bide welatiyan. Nekariye bi Iraqê re lihev bike, li gorî me bi egera lihevkirina herêm û Bexdayê re wê derfeta gendelî û dizîna çavkaniyên welat nemîne. Ji bo vê ne amade ne bi Bexdayê re li hev bikin. Ev yek ji bilî zextên dewleta Tirk e.

Rêveberên Kurd pirsgirêka madeya 140 ji bîr kirine û nizanin çawa ewlekariya herêmê bikin. Pirsgirêka erdê û gelek pirsgirêkên din niha li herêmê çêbûne. Tevî van pirsgirêkan, dewleta Tirk pêngavek mezin ya ji bo dagirkeriya Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Hikumeta Herêmê li şûna dijî dagirkeriyê li Iraq û navendên navnetewî kar bike, Partiya Karkerên Kurdistanê sûcdar dike. PDK, PKK weke pirsgirêk dibîne. Dewleta tirk îsal li ber çavê hemû cîhanê dagirkeriya xwe ya li gelek herêman dewam dike. Tevî hemû pirsgirêkan, dema xelk daxwaza mafê xwe dikin û dadikevin qadan, rastî tundûtujiyê tên. Tên şehîdxistin, xwepêşandanên îsal ji bo desthilata Kurdî pelek din yê reşe. Divê di demek zû de desthilat rewşa xwe ber çavan derbas ke û dest bi reforman were kirin.

Divê di demeke zû de ji bo ku bi Iraqê re şer çênebe, bi Bexdayê re lihevkirinekê çêbibe û derfeta karkirina li Bexda ji dest neçe. Pêwîste hêzên din jî karê muxalefetek baş bikn û em jî amade ne bi hev re kar bikin. Ji ber ku karê muxalefetê bi vî awayî nabe, ji bo çareseriya vê rewşê, xwendinek baş û siyasî pêwîste. Helwest pêwîste, em di beşek pirsgirêkan de xwe jî weke berpirsyar dizanin û emê di sala bê de erkê xwe yê siyasî û rêxistinî bi cih bînin.”

(cx)