Li Yemenê zilamekî zaroka xwe ya 8 salî firot

Dezgehên çapemeniyê yên erebî ragihand ku li parêzgeha Îb ya Yemenê zilamekî zaroka xwe ya 8 salî firotiye.

Li Yemenê zilamekî zaroka xwe ya 8 salî firot
28 kanûn, 2020   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Erebiye, bûyera firotinê ya bi belgeyeke fermî ku li herêmên serweriya Hûsiyan pêk hatiye, hêrseke mezin di nava civakê de çêkir û ew bûyer wek “bazirganiya mirovan û rewakirina koletiyê” bi nav kirin.

Çalakvanên medyaya civakî wêneyeke îmzekirî û belgeyeke bi îmzeya fermî û şahidan parve kirin, tê de tê gotin ku li parêzgeha Îb ya navarasta welêt, zilamê bi navê Yasir Îb El-Selahî zaroka xwe ya bi navê Leymon bi 200 hezar riyalên yemenî anku bi 350 dolaran firotiye kesê bi navê Mihemed Hesen Elî El-Fatikî.

Li gorî belgeya hatiye parvekirin, bûyer di Tebaxa 2019`an de pêk hatiye, tê gotin ku zilam zaroka xwe ji bo dayîna deynan firotiye.

Çalakvanên tora medyaya civakî dîmenê firotina zaroka 8 salî jî parve kirin.

Rojnameya ‘Yemen Feminist Voice’ li ser Twitterê, li ser firotina zaroka biçûk a bi awayekî qanûnî ji aliyê hikumetê ve, got li Yemenê “koletî” berdewam dike û ev rewşa kirêt hîna nehatiye guhertin. Rojnameyê xwest ku kesên beşdarî pêkanîna vî sûcî bûne, bi tawanbariya koletiya mirovan bên girtin û cezakirin.

Piştî eşkerekirina belgeyê, çalakvanan ji bo vegerandina zaroka hatiye firotin, însiyatîfek da destpêkirin, pere dan kesê ku keçika biçûk biriye û zaroka biçûk vegerand.

(cx)