Dewriyeya hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk li rojavayê Dirbêsiyê hate meşandin

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê vê sibê bi leşkerên dewleta Tirk a dagirker re dewriyeya 38`an li rojavayê navçeya Dirbêsiyê meşand.

Dewriyeya hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk li rojavayê Dirbêsiyê hate meşandin
28 kanûn, 2020   11:38
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş ji deriyê Şîrk ê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir. Dewriye ji 5 panzerên Rûsyayê, 4 panzerên dewleta Tirk a dagirker li gel derengmayîna firîna helîkopterên Rûsyayê, pêk hat.

Dewriye di nava gundên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê yên Şîrk, Melek, Delîk, Aliya, Dehir El-Ereb û Kesra re geriya û heta gundê Qeyrewan, Teilik, Kerkend, Idêşan, Qinêtre û Qirmaniyê çû.

Piştî wê dewriye vegerî deriyê Şîrk, panzerên dewleta Tirk vegerîn û panzerên Rûsyayê jî vegerîn baregeha Rûsyayê ya li Qamişloyê.

Di çarçoveya pêkanîna lihevkirina Soçiyê de ku di 22`yê Cotmeha sala borî de di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de, ev dewriyeya 38`an e pêk tê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iKwiHRXZOsU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>