​​​​​​​Sala 2020’an… Çalakiyên cihêreng ji bo pêşxistina jinan û parastina wan ji tundiyê

Jinan bi rêya lidarxistina kongre û koferansan bi armanca xurtkirina sazûmaniya xwe ya rêxistinî û pêşxistina wê, tevgera xwe ya rêxistinî, siyasî û civakî mezin kir. Ji bo parastina jinan û pêşxistina wan, çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan li dar xistin.

​​​​​​​Sala 2020’an… Çalakiyên cihêreng ji bo pêşxistina jinan û parastina wan ji tundiyê
28 kanûn, 2020   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN - SILAVA EBDULREHMAN-MEDYA HENAN

Îsal jî ji bo guhertina pergala baviksalar a ku hîna xwe li kesayeta jinan ferz dike, çalakiyên cuda li dar ketin. Bûyerên tundiyê ku piraniya wan xwekuştin bûn, zêde bûn lê li dijî wê hemle û çalakiyên cihêreng li dar ketin.

JI BO XURTKIRINA BIRÊXISTINBÛNA JINAN ÇALAKIYÊN CUDA

Bihara 2020`an jinan tevgerên xwe yên rêxistinî û siyasî xurt kirin. Hewl dan pergala birêxistinkirinê xurt bikin. Ji bo wê jî çalakvanên siyasî yên jin, di 5`ê Adarê de komxebateke fireh li bajarê Amûdê li herêma Cizîrê li dar xist. Derdora 160 kesayet, siyasetmedar, fermandar, lêkolîner û akademîsyenên jin li ser asta Sûriyê tev lê bûn.

Ji bo rêgirtina li pêşiya diyardeyên civakî yên neyînî mîna zewicandina zarokan, destavêtin, kuştina jinan û zarokan, Rêveberiya Jinan a Reqa û Tebqayê di 1`ê Hezîranê de hemleyek ku ji gelek çalakiyên civakî û çandî pêk dihat, ragihand.

Di 29`ê Hezîranê de Ragihandina Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di konferansa xwe ya sêyemîn de, Yekitiya Ragihandina Jinan ava kir.

Di 5`ê Tîrmehê de Tevgera Jinan a Kurd bi dirûşma “Çawa em ê pêşeroja xwe çêkin” panel û komxebatên online li dar xistin. Di wan panel û komxebatan de jinan, nêrînên xwe yên girêdayî pêşerojê bi jinên cîhanê re yên ji Amerîkaya Latîn, Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê re parve kirin.

Di 8`ê Tîrmehê de Tevgera Jinên Ciwan û yên Entersyonalîst li Ewropayê avakirina Tevgera Jinên Şoreşger (TÊKO-JIN) ragihand.

Di 24`ê Tîrmehê de Jinên Ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişloyê konferansa xwe damezirîner bi tevlêbûna 150 delegeyan ji herêmên Cizîr, Firat û Efrînê li dar xist. Tê de jinên ciwan meclisa xwe ya li ser asta Rojava ava kir.

Di 8`ê Tebaxê de, Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star bi armanca xuyakirina sûcên dewleta Tirk, bi dirûşma "Dagirkeriya Tirk a faşîst û siyaseta qirkirina jinan" komxebateke online li ser asta Rojhilata Navîn li dar xist.

Di 25`ê Tebaxê de di 2`yemîn Kongreya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê de ya ku li Reqayê hate lidarxistin, Sîham Dawûd wek sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li şûna şehîd Hevrîn Xelef hate hilbijartin.

Di 5`ê Îlonê de, navê Yekitiya Jina Azad a Şehbayê di 3`yemîn konferansa yekitiyê de hate guhertin û bû Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan û koordînasyoneke nû ji meclisê re hate hilbijartin.

Di 11`ê Îlonê de 1`emîn Konferansa Tenduristiyê ya Jinan li ser asta warê tenduristiyê ya taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket. Di konferansê de, biryara avakirina nexweşxaneya jinan li herêma Cizîrê hate dayîn.

Di 12`ê Îlonê de jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li hemleya KCK`ê ya bi dirûşma “Êdî bes e tecrîd, faşîzm û dagirkerî, dem dema azadiyê ye” bûn û çalakiyên cihêreng li dar xistin.

Ji bo xurtkirina birêxistinkirina jinan di warê parastina civakê de, Hêzên Parastina Civakê-Jin di 15`ê Îlonê de 1`emîn konferasna xwe li dar xist.

Di 16`ê Îlonê de dayikên şehîdan û gerîlayên tevgera rizgariya Kurdistanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û bi taybet Heftanînê, hemleyek ragihand. Di çarçoveya wê hemleyê de, her çarşem bi armanca piştgiriya gerîlayên HPG`ê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Di 21`ê Îlonê de, Desteya Aborî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Aboriya jinan, jin çavkaniya civakê ye” 2`yemîn kongreya xwe li dar xist. Kongre bi rêzebiryarên ji bo pêşxistina aboriya jinan bi dawî bû.

Di 29`ê Îlonê de Meclisa Jinan a PYD`ê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2`yemîn Kongreya xwe li dar xist. Tê de 22 endamên jin ji bo Meclisa Giştî ya Jinan a PYD`ê hatin hilbijartin.

Di 31`ê Îlonê de Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê bi tevlêbûna firoşkarên kel û pelên cuda yên bajêr, firoşxaneya yekemîn li bajêr vekir.

Di 6`ê Cotmehê de Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Jinên ciwan dagirkeriyê tune dikin", 4`emîn kongreya xwe li dar xist. Tê de rêzebiryar hatin dayîn û meclisa giştî ya yekitiyê ji 35 jinên ciwan hate avakirin.

Di 20`ê Cotmehê de 8`emîn Kongreya Kongreya Star bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayê em ê dagirkeriyê tune bikin û şoreşa jinan mîsoger bikin" li dar ket. Di kongreyê de 7 delege ji bo Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin û Remziye Mihemed bû berdevka Kongreya Star.

Di 25`ê Cotmehê de bi armanca vejandina çanda erebî ya kevnar û çanda jinên Firatê 1`emîn Mihrîcana Çandî ya Jinan bi dirûşma “Bi rengên çanda xwe pêkhateyên me dipişkivin” li ser asta herêmên Minbicê, Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dar ket.

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28`ê Cotmehê de 2`yemîn konferansa xwe li bajarokê Rimêlanê li dar xist. Tê de meclisa xwe ya ku ji 42 delegeyan pêk tê, ava kir. Her wiha rêzebiryarên din dan. Her wiha di konfransê de navê tevgerê hate guhertin û bû Tevgera Çandî ya Jinan a Kevana Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di 24`ê Mijdarê de kongreya xwe ya Damezirîner li bajarê Tebqayê bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Nedye em ê Sûriyeya pirreng, demokratîk û nenavendî” ava bikin, li dar xist.

JINÊN SÛRIYÊ… 10 SAL E AZAR BERDEWAM E

Bi alozbûna rewşa jiyanî û domandina nakokiyê re, azarên jinên Sûriyê zêde bûn. Li ser asta cîhanê, azarên ku rastî jinên Sûriyê hatine yên herî dijwar in.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di raporeke xwe de ku bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê derxistibû, got ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve di 15`ê Adara 2011`an de û heta 9`ê Kanûna 2020`an, 13 hezar û 804 jin û 22 hezar û 149 zarok hatine kuştin.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ SÛC Û HEMLEYÊN LI DIJÎ TUNDIYÊ

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, mîna Ezaz, Efrîn, Girê Spî û herî dawî Serêkaniyê, sûcên li dijî jinan zêde bûn. Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan daneyên sûcên dagirkeran ên li dijî jinan û zarokên li herêmên dagirkirî eşkere kirin. Li gorî navendê, ji destpêka dagirkirinê heta 7`ê Kanûnê 88 jin hatine kuştin, 140 hatine revandin, 176 jin birîndar bûne û 99 zarok jî hatine kuştin.

Bûyera revandina 11 jinên Ereb û êzidî li Efrînê di 28`ê Îlonê de ya herî zêde deng vedaye. Di dîmenan de ku hatine belavkirin, 11 jinên ku ji hêla Firqet El-Hemzat ve ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatine revandin, di girtîgehên çeteyan de tazî xuya dibûn.

Di 6`ê Hezîranê de Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê ji bo darizandina sûcdarên kuştina Hevîrn Xelef û gelek jinên din, hemleyek ji bo berhevkirina îmzeyan bi dirûşma “Edalet ji bo Hevrîn Xelef” da destpêkirin. Di wê hemleyê de, derdora 500 îmze hatin komkirin û ji dadgehên navneweteyî re hatin şandin.

Di 23`yê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêpîlot êrişî gundê Helincê li başûrê rojhilatê Kobanê kir û di encamê de 3 jin di nav de Zehra Berkel endama Koordînasyona Kongra Star şehîd bûn.

Di 1`ê Tîrmehê de 58 rêxistinên jinan, hiqûqî, tenduristî, çandî û çalakvanên cîhanê tev li bangawaziya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên jinan ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, bûn.

ÎNSIYATÎFÊN RÊGIRTINA LI PÊŞIYA TUNDIYÊ

Ji bo rêgirtina li pêşiya tundiya li dijî jinan, jinan gelek hemle dan destpêkirin. Rêxistina Sara bi koordîneya Kongra Star û saziyên kantona Kobanê bi armanca rêgirtina li pêşiya sûcên kuştin û xwekuştinê di 27`ê Tebaxê de bi dirûşma “Wê xwe nekuşt, we ew kuşt” hemleyek ragihand.

Di 4`ê Îlonê de Meclisa Jinan a PYD`ê, bi dirûşma “Kuştina jinan rawestînin”, hemleyek ragihand.

Kongreya Star bi hevkariya rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8`ê Cotmehê de hemleyek bi dirûşma “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jinan û jiyanê biparêzin” ragihand.

Gelek kesayet, nûnerên rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn di 12`ê Cotmehê de bi armanca belgekirina sûcên pergalan bi taybet dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan, însiyatîfek bi dirûşma “Têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlehî û aştiyê” ragihand.

Di 22`yê Cotmehê de dozgerê giştî yê desthilata faşîst a dewleta Tirk ji dadgeha Tirkiyê cezayê muebed ji Çîçek Kobanê re xwest. Çîçek Kobanê ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve li gundewarên Eyn Îsayê hatibû revandin û piştre radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

(şx)

ANHA