Li Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî beşa zanistî hate vekirin

Piştî çend rojan ji vekirina Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya li bajarê Kobanê, li akademiyê beşa zanistî jî hate vekirin.

Li Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî beşa zanistî hate vekirin
27 kanûn, 2020   09:46
KOBANÊ-NÎHAD KERO

Li beşa zanistî perwerdeya bi zimanê kurdî, erebî û îngilîzî û fêrkirina kompîturê tê dayîn, her wiha tê payîn ku hin zimanê rûsî jî were dayîn.

Hejmara kesên tev li akademiya zanistî bûne, zêdetirî 150 xwendekarî ye, di vê beşê de kesên temenê wan di navbera 16 û 35 saliyê de têne pêşwazîkirin.

Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Faris Etê axivî û got ev akademî li ser banga zarokên şehîdan ên herêma Firatê hate vekirin, ji lew re vekirina akademiyê ji bo zarokên şehîdan gaveke baş e û ji bo peydakirina kar li herêmên Rêveberiya Xweser dê alîkariya wan bike.

Mamosteyê zimanê îngilîzî yê li akademiyê Ewnî Ezîz jî destnîşan kir ku armanca wî ji hatine akademiyê, fêrkirina zarokên şehîdan û kesên neçûne dibistanan e. Ezîz bang li malbatên şehîdan kir ku zarokên xwe bişînin akademiyê.

Xwendekarê bi navê Beşar Mistefa jî diyar kir ku ew hatiye perwerdeyê da ku bixwîne û fêrî zimanan bibe, nexasim xwe fêrî zimanê dayikê yê kurdî bike.

Zarokên şehîdan dê 6 mehan di akademiyê de bixwînin, piştre dê bawernameyekê bi dest bixin û dikarin li tavahiya herêmên Rêveberiya Xweser kar bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tTZpstL3DSA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>