Li Lubnanê kampa penaberên Sûriyê hat şewitandin

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê ragihand ku duh (şemî) piştî pevçûna di navbera kesekî lubnanî û yekî sûrî de, şewat li kampa penaberên Sûriyê derketiye.

Li Lubnanê kampa penaberên Sûriyê hat şewitandin
27 kanûn, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Lubnanê ya fermî diyar kir ku şewat piştî nakokiyên kesekî lubnanî û karkerekî sûrî derket, her wiha got ciwanek ji malbatên lubnanî agir bi hin konan xistiye.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî piştrast kir ku li kampeke li herêma Miniyê li bakurê welêt, şewateke mezin derket û da zanîn ku hin birîndar rakirin nexweşxaneyê bêyî ku hejmara wan were diyarkirin.

Berdevkê Komîseriyê Xalid Kebara ji AFP'ê re diyar kir ku hemû konên ji naylon û textan çêbûne, hatin şewitandin, her wiha kamp nêzî 75 malbatan dihewîne.

(dm)