Hizbullaha Iraqê gef li Kazimî xwar

Fermandarekî koma Hizbullah a Iraqê Ebû Elî El-Eskerî gefa “jêkirina guhên Kazimî" xwar û destnîşan kir ku îhtîmal heye şerekî giştî pêk were.

Hizbullaha Iraqê gef li Kazimî xwar
27 kanûn, 2020   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebû Elî El-Eskerî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Îhtîmal heye şerekî giştî rû bide. Ji ber wê divê tu kes vê derfetê nede dijmin û nebe aliyê ku şer dide destpêkirin.”

El-Eskerî îdiayên ku dibêjin hêzên wan berpirsên êrişên dawîn ên li dijî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ye jî derewandin û banga rawestandina êrişên bi vî rengî kir.

Li gorî Sky Newsê El-Eskerî nivîsa xwe wiha domandiye: “Topbarana rojên dawîn ji berjewendiya dijminê me Trump in. Divê ev yek dubare nebe.”

El-Eskerî gef li serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî jî xwar û got: “Bila sebra me tecrube neke, dem guncaw e ku guhên wî werin jêkirin.”

El-Eskerî li gel nêzîkbûna salvegera yekemîn a kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî û cîgirê fermandarê Heşd El-Şabî Ebû Mihdî El-Muhendis bi derbeyeke Amerîkayê li nêzî Bexdayê, ev daxuyanî dan.

(şx)