Çalakiya greva birçîbûnê di roja 31`ê de didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 31`ê de bi koma 7`emîn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 31`ê de didome
27 kanûn, 2020   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  31`ê de bi koma 7`emîn berdewam dike.

Girtiyan bi rêya malbat û parêzerên xwe peyam dan û bang li raya giştî ya demokratîk kirin.

Çalakgeran diyar kirin ku heta dawî li tecrîdê neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin.