Hêzên PDK’ê li nêzî herêmên gerîla baregehên nû çêdike

Hêzên PDK’ê li nêzî herêmên gerîla çeperên nû çêdikin. Li herêma Rewandizê hêzên PDK’ê dest bi çêkirina baregehên nû kir.

Hêzên PDK’ê li nêzî herêmên gerîla baregehên nû çêdike
27 kanûn, 2020   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Liv û tevgera çekdarên PDK’ê ya li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê, her ku diçe zêdetir dib. PDK rojane hejmara çekdarên xwe li herêmê zêde dike.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, çekdarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêma Rewandiz û gundê Gerwan ên dikevin Girê Simore, Girê Tuşreke û rêzeçiyayên Aras, dest bi çêkirina baregehên nû yên leşkerî kiriye.

Çekdarên PDK’ê li Zînî Wertê roj bi roj baregehên nû çêdikin û hêzên xwe li herêmê zêde dikin. Di heman demê de PDK bi çêkirina baregehên leşkerî re, rêyan jî çêdike. Tê gotin ku PDK’ê ji sînorê Rewandiz heya Çoman û Hacî Omeran ya ser bi Hewlêrê, dest bi çêkirina baregehên nû kiriye.