Li Xarpêtê yê bakurê Kurdistanê bi pileya 5.6 erd hejiya

Li Xarpêtê bi pileya 5.6 ku navenda wê Kavaktepe bû erd hejiya.

Li Xarpêtê yê bakurê Kurdistanê bi pileya 5.6 erd hejiya
27 kanûn, 2020   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Xarpête saet di 09:37'an de erd hejiya. Li gorî Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhej û Rasatxaneya Kandîlî ya Zanîngeha Bogazîçî saet di 9.37'an de li Navenda Kavaktepe ya Xarpêtê, bi pileya hêza 5.6 erdhej pêk hat.

Têkildarî encama erdhejê çiqas zerar çêbûye û can windabûne ya na agahî hêj nehatiye parvekirin.

Her wiha li Amed, Sermsûr, Mêrdîn û Batmanê yên bakurê Kurdistanê û Qamişlo û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê jî hat hîskirin.

ANHA