Rojnamegerên jin: Dewleta Tirk bi zordestiyê nikare rojnamegeran bêdeng bike

Rojnamegerên jin ên Başûr, Bakur û Rojava nerazîbûn nîşanî girtin û zordestiya dijî rojnamageran da û got:“Dewleta Tirk bi zilm û zora xwe nikare dengê heqîqet û rastiyê veşêre.”

Rojnamegerên jin: Dewleta Tirk bi zordestiyê nikare rojnamegeran bêdeng bike
27 kanûn, 2020   06:54
QAMIŞLO-ZÎLAN DÊRSIM

Van demên dawî pêleke tund û zordestî û girtinê li dijî civakê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê zilm û zora dijî rojnamageran û siyasetmedaran zêde bûye, rojnamegerên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê yên jin li dijî vê pêla şîdetê dengê xwe bilind kir. Rojnamegeran bal kişand ser zordestiya ku li rojnamegerên jin tê kirin û wiha gotin: “Rojnameger dixwazin rastiyê ragihînin ji ber vê yekê dibin armanca êrişan. Rojnamegerên rastiyan aşkere dikin û digihînin raya giştî her dem rûbirûyî tundûtûyî tên.”   

/kr/uploads/files/2020/12/27/065608_064940_sina-fayeq.webp

Şîna Fayeq behsa pêşketinên dema dawîn ên li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Gelê li dijî hikûmetê rabûye serhildanê rojnamegerên di nav gel de kêlî bi kêlî pêşveçûnan dişopînin. Ji ber vê yekê dibin armanca êrişan. Van demên dawîn li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê serhildanên gel pêk hatin, rojnameger jî beşdarî van çalakiyan bûn. Gelê di serhildanê de çawa rastî tundûtûjiyê tên her wiha rojnameger jî bi heman rengî zilm û şîdetê ji destê rayedaran dibînin.”

‘LI DIJÎ ROJNAMEGERÊN JIN ZORDESTIYEKE DIJWAR HEYE’

Şîna Fayeq bi bîr xist ku rojnamegerên jin tûşî şîdetê dibin û got: “Li herêma Soran Zusik Balek 24 saetan li navenda lêpirsînê ya polîsan hate ragirtin. Dest danîn ser telefon û şîfreyên wê. Hê jî telefona wê di deste navenda lêpirsînê ya polîsan de ye. Rojnamegerên jin tûşî zordestiyeke dijwar tên.”

Şîna Fayeq di dewama axaftina xwe de amaje bi şert û mercên xebatê yên rojnamegerên jin kir û da zanîn ku rojnamegerên jin li cihên kar tûşî nêzikbûnên cinsî tên. Şîna destnîşan kir ku hêzên ewlehiya hundir li şûna  ku gel biparêzin li dijî rojnamegeran  tundiya fîzîkî dikin û got ku ev tundî pêkanîkeke cihê şerm û rûreşiyê ye.

‘DI SALEKÊ DE 122 ROJNAMEGER TÛŞÎ SÛCÊN MIROVAHIYÊ BÛN’

Şîna Fayeq daneyên  Navenda Parastina Mafên Rojnamevanan a Metro bi bîr xistin û destnîşan kir ku di sala 2020’ê de ji rojnamegerên jin tûşî sûcê mirovahiyê bûne. Şîna Fayeq destnîşan kir ku ev hejmar zêdetir e lê daneyên Metroyê behsa 6 rojnamegerên jin kiriye. Her weha li gorî heman jêderkê, yanî Metroyê, di sala 2020’ê de di nav 10 mehan de 144 sûcên mirovahiyê pêk hatine, ji vana 122 dijî rojnamegeran hatine kirin, xebatên 72 rojnamegeran hatiye sabotekirin û bêyî ku biryara qanûnî hebe xebata 37 rojnamegeran jî hatiye rawestandin. 

Rojnameger Şîna Fayeq da zanîn ku heke pêkutiyên van du mehên dawîn jî li ser rêjeya Metroyê bêne zêdekirin dê hejmar bibe du qat û wiha domand: “Di van du mehan de li dijî rojnamegeran fîşekên plastîk û gaza rondikrêj hate bikaranîn. Hêzên ewlehiyê zordestî li rojnamegeran kir û gelek kes, gelek caran ji aliye hêzên ewlehiyê ve bo navendên lêpirsînê hatin ragirtin û binçavkirin.”  

‘ROJNAMEGERÊN LI DÛ RASTIYÊ DIBIN ARMANC’

/kr/uploads/files/2020/12/27/065630_065011_dicle-ehmed.webp

Dîcle Ehmed li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojnamegeriyê dike, diyar kir ku li welatên dagirkirî û bi destê pergalên zordest ve tên birêvebirin rojnameger tim armanc tên girtin. Dîcle Ehmed bal kişand ser rola sîstema baviksalarî di civakê de dilîze û weha axivî: “Gava rojnameger hewl didin rastiyekê aşkere bikin têne girtin. Rojnamegerên ku rastiyê aşkere dikin her dem tûşî tund û tûjiyê tên.”   

Dîcle sûcên dijî rojnamegerên li Bakur, Başûrê Kurdistan û Tirkiyeyê têne kirin bi bîr xistin û wiha axivî: “Di asta herî bilind de êrişî li rojnamegeran tê kirin. Rojnameger bi lêdan û êşkenceyê tên girtin û wan diavêjin zindanan. Li Başûrê Kurdistanê gel rabû ser pêyan, li maf û heqê xwe geriyan. Êriş bi ser wan de hate kirin. Rojnamegerên ev rastî aşkere kir bûn armanca êrişên desthilata herêmê û rojnameger ji bo navendên lêpirsînê hatin ragirtin. Li Bakurê Kurdistanê du rojnamegerên ku bûyera avêtina welatiyan ji helîkopterê şopandin, bûn armanca êrişan û hatin girtin. Ev herdu rojnamager niha di zindanê de û der barê wan de agahî tune ne.”  

‘EM DENGÊ RASTIYÊ NE’

Dîcle, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, li Bakur Rojhilatê Sûriyê rojnamegerên ku sûcên mirovahiyê, êş û keserên şêniyan, şerî û rûyê qirêj ên dagirkeran aşkere dikin, armanc digire. Dîcle, bi bîr xist ku di pêngava rizgarkirina Dêrazorê de rojnameger Dilişan, Rizgar û Hogir bi deste DAIŞ’ê hatin şehîdxistin û axaftina xwe wiha domand: “Her li ku dere zor û zehmetî, zilm û êş hebin rojnameger li wê derê bi gelê berxwedêr re ne û rojnameger dibin dengê wan. Rola rojnamageran ew e ku bibin dengê rastiyê. Li deverên Modernîteya Kapîtalîst lê serdest e û dewletên ku şerê taybet dimeşînin lê serwer in, êriş yekser li ser jin û ciwanan tên gurkirin ji ber ku ew dînamîkên civakê ne. Ji ber vê yekê pergal di serê pêşîn de ciwan û jinan dike armanc. Aşkerekirina van êrişan naxwazin. Vê gavê li Başûr û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehan rojnameger ji ber hin sedemên parovekirî di zindanan de tên ragirtin.”    

‘EM SÎNORAN NAS NAKIN’

Dîcle di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku rojnameger tu sînoran nas nakin û wiha pê de çû: Rojnameger tu sînoran nas nakin. Heke li Başûr êrişî rojnamegeran bikin, em ê li Bakur û Bakur Rojhilatê Sûriyê bibin dengê wan û dengê gel. Heke li Bakur êrişî rojnamegeran bikin, em ê li her çar parçeyên Kurdistanê bibin dengê wan û em ê êrişên dewleta Tirk a dagirker aşkere bikin.” 

 ‘DIXWAZIN ÇAPEMENIYA AZAD TESLÎM BIGIRIN’

/kr/uploads/files/2020/12/27/065718_065036_safiye-alagas.webp

Safiye Alagaş bal kişand ku armancgirtina rojnamegeran tiştekî nû nîn e û ev nirxand kir: "“Pêkutî û zordestiya li ser rojnamegeran tiştekî nû nîn e. Her dem ev pêkutî têne kirin. Her pergala nû li derdora xwe komek rojnamegeran berhev dike û dezgehên xwe yên ragihandinê dabîn dike. Hikûmeta AKP’ê ev yek gelekî bi berfirehî dabîn kir û tevna xwe ya ragihandinê saz kir. Hema bêje hemû dezgehên ragihandinê bi xwe ve girêdan. Dezgehên li derveyî tora wê man jî bûn armanca cezayên madî û tirsandinê û gelek saziyên ragihandinê yên ne ser xeta xwe daxistin û girtin.”

Safiye Alagaş behsa kevneşopiya çapemeniya azad jî kir û wiha domand: " Ev kevneşopiya çapemeniya azad, li ser dirûşmeya berxwedan, têkoşînê û serî netewandinê bi taybetî ji aliyê rojnamegerên Kurd ve hate meşandin. Van demên dawîn ji ber vê kevneşopiyê serî li ber wan daneynî rastî gelek tund û tehdayê tê û fişareke giran li ser tê meşandin."

Safiye Alagaş bi bîr xist ku li navçeya Şaxê ya Wanê du kes ji helîkopterê hatin avêtin û rojnamegeran ev rûdan kire nûçe û  her 4 rojnamegerên ev nûçe çêkirî hatine girtin û got: “Dewleta Tirk, bi aşkere ji me re dibêje, tu sûcên me ji gel re aşkere bikî ez ê te bigirim, bavêjim zindanê, ez ê mafê rojnamegeriyê ji destê te bistînim û heta ez ê nehêlim tu li vî welatî bijî.”    

Rojnameger Safiye Alagaş, diyar kir ku ew li ser şopa kevneşopiya çapemeniya azad e û ew ê karê xwe yê rojnamegeriyê bidomînin. Safiye Alagaş aşkere kir ku rojnamegerî karekî bi wijdanî ye û bi gotina, “Rojnamegerî ji kar û pîşeyekê bêhtir, berpirsyariya gel e û ragihandina rastiyê ye” dawî li axaftina xwe anî.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ItlaTeIxqFw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>