Li Lîbyayê xebatên pevguhertina esîran destpê kir

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê û hikumeta Wîfaq li ser daxwazên rûspiyên Lîbyayê û bi çavdêriya Komîteya Leşkerî (5+5) esîrên ku dema şer de hatin girtin bi hev guhertin.

Li Lîbyayê xebatên pevguhertina esîran destpê kir
26 kanûn, 2020   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Xebatên pevguhertina girtiyên ku Artêşa Lîbyayê di operasyona xwe ya li dijî hêzên hikumeta Wîfaq ên li Tirablusê de girtine, bi çavdêriya Komîteya Leşkerî (5+5) pêk hat.

Rûspî û fermandarên meydanî yên ji Misrata û Zintan ên herêma Şiwêrif li rojavayê welêt, beşdarî xebatên pevguhertina girtiyan bû. Artêşa Lîbyayê 13 girtiyên hikumeta Wîfaq li bermaberî 33 girtiyên xwe yên li gel  Wîfaq serbest berdan. Piraniyan girtiyan ji bajarên Zawiye, Sabrata, Tirablus, Surman û Tajoraayê ne.

Derbarê pevguhertina girtiyan, Wezîrê Karûbarên Hundirîn ê Hikumeta Wîfaq Fethî Yaşaga li ser hesabê xwe ya li ser Twitterê got: “Piştî gelek hewldanan û bi çavdêriya Komîteya 5+5 li gorî lihevkirina agirbestê, îşev malbatên lîbyayî bi vegera ciwanên xwe şad in. Ji bo avakirina dewletê tu rê ji bilî lihevkirinê û çareserkirina aloziyan bi rêyên aştiyane tune ye.”

Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo piştgiriya Lîbyayê, xebatên pevguhertina girtiyan ên ku bi çavdêriya Komîteya Leşkerî (5+5) û bi hewldana rûspiyên Lîbyayê pêk hatin, bi erênî nirxand.

Her wiha şandeyê bang kir ku tevahiya bendên agirbesta ku di 23`yê Cotmehê de li Cinevê di navbera her du aliyan de pêk hatiye, bi lez pêk werin.

(şx)