‘Binçavkirina Leyla Guven siyasetên zordariyê yên hikumeta Tirk li dijî jinan nîşan dide’

Weqfa Jina Azad a Sûriyê biryara der heqê Leyla Guven de şemrezar kir û got “Ev yek siyasetên zordariyê yên hikumeta Tirk li dijî jinan nîşan dide.”

‘Binçavkirina Leyla Guven siyasetên zordariyê yên hikumeta Tirk li dijî jinan nîşan dide’
26 kanûn, 2020   13:50
KOBANÊ

Weqfa Jina Azad a Sûriyê (şaxê herêma  Firatê) têkildarî mijarê bi amadebûna gelek jinan daxuyanek ji raya giştî re parve kir.

Endama rêveberiya weqfê Rocîn Hesen li pêşiya avahiya Weqfa Jinê a li bajarê Kobanê daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin:

 “Biryara dewleta Tirk a cezayê giritnê heta 22 salan a li dijî siyasetmedar û parlamantera Kurd Leyla Guven, binpêkirineke eşkere ya rêgezên navneteweyî ye.

Ev biryar, siyasetên zordariyê yên dewleta Tirk der heqê jinan de nîşan dide.

Bi van kiryaran dixwaze vîna jinên têkoşer û azad ku banga edalet, wekhevî û demokrasiyê dikin bişikîne, ev biryara neqanûnî nirxên mirovî û exlaqî binpê dike.

Wekî sazî û rêxistinên civaka sivîl em van kiryaran şermezar dikin, em bang li rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî dikin ku li hemberî kiryarên hikumeta AKP`ê ji bêdengiya xwe derkevin û van kiryaran rewa nekin.

Em ê heta dawiyê mafên jinan biparêzin.”

Daxuyanî bi sloganên silavkirina berxwedana jinan û berxwedana girtîgehan bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MR5sU-n54o4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>