Li Iraqê karwanekî Koalîsyona Navneteweyî hate hedefgirtin

Kesên nenas karwanekî girêdayî hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Semawa yê Iraqê kirin hedef.

Li Iraqê karwanekî Koalîsyona Navneteweyî hate hedefgirtin
25 kanûn, 2020   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Sumeriyê News ragihand ku mayinek li kêleka rêya navdewletî li bajarê Semawayê hatibû çandin, di dema derbasbûna karwanekî lojîstîk ê Koalîsyona Navneteweyî de teqiya.

Çavkaniyan ji Sumeriyê News re wiha got: “Di teqînê de kuştî û birîndar çênebûn, lê zirarên madî çêbûn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku balyozxaneya Amerîkayê li Herêma Kesk a naverasta Bexdayê roja yekşemê bi 3 moşekan hatibû hedefgirtin û tenê zirarên madî pêk hatibûn.

(cx)