Karkerên paqijiyê yên Minbicê xemsariya şêniyan rexne kir

Karkerên paqijiyê yênli bajarê Minbicê saetên dirêj kar dikin û kolanên bajêr paqij dikin. Karkeran xemsariya hinek şêniyan di vî warî de rexne kir û diyar kir ku ji ber vê xemsariyê, çop li her du aliyên rêyan belav dibe.

Karkerên paqijiyê yên Minbicê xemsariya şêniyan rexne kir
Karkerên paqijiyê yên Minbicê xemsariya şêniyan rexne kir
Karkerên paqijiyê yên Minbicê xemsariya şêniyan rexne kir
Karkerên paqijiyê yên Minbicê xemsariya şêniyan rexne kir
Karkerên paqijiyê yên Minbicê xemsariya şêniyan rexne kir
Karkerên paqijiyê yên Minbicê xemsariya şêniyan rexne kir
Karkerên paqijiyê yên Minbicê xemsariya şêniyan rexne kir
Karkerên paqijiyê yên Minbicê xemsariya şêniyan rexne kir
25 kanûn, 2020   08:56
MINBIC

Karkerên paqijiyê yên li bajarê Minbicê, ji bo paqijkirina bajêr û parastina ronakiya xweşik a bajêr, ji saetên berbanga sibehê ve û heta êvarê kar dikin.

Lê karkerên paqijiyê xemsariya hinek şêniyan rexne dikin û diyar dikin ku hinek şênî li gorî ku tê xwestin bi wan re nebin alîkar. Ji ber wê çop her tim li ser peyareyên rêyan e.

Karker bang li şêniyan dikin ku bi wan re hevkar bin da ku bajarê xwe paqij bihêlin.

Karkerê bi navê Nafêi El-Musa dibêje: “Em kolanê ji serî ve paqij dikin. Lê dema em karê xwe bi dawî dikin, şênî nû çopê derdixin û davêjin kolanê. Tevî ku tê zanîn em muzîkê vêdixin da ku şênî bizanin ku em li kolanê ne.”

El-Musa wiha domad: “Di hin caran de şênî çopê ji ser banên malên xwe davêjin kolanê. Ji ber wê çop li rê belav dibe. Ruxmî hişyariyan, lê şênî bi me re nabin hevkar û çopê navêjin cihê wê yê diyar. Lê belê davêjin rex hawiyayan. Em şêniyên ku vê yekê dikin rexne dikin.”

Du komên karkerên paqijiyê di nava bajêr de kar dikin. Koma yekê ji saet 7:00`an sibehê heta saet 4:00`an piştî nîvro kar dike. Koma din ji saet 5:00`an ber êvarê û heta saet 10:00`an bi şev kar dike.

Derbarê heman mijarê de endamê rêveberiya geraca Şaredariya Gel a Minbicê Bekrî Mihemed got: “Şênî bi karkeran re ne hevkar in, ruxmî ku erebeyên çopê muzîkê vêdixin da ku şênî bizanin ku dema rakirina çopê ye. Ev yek barên karkeran zêde dike ji ber ku karker neçar in bi awayekî bê ser û ber çopê ji kolanan kom bikin.”

Bekrî Mihemed bang li şêniyan kir ku dema muzîka erebeyên çopê bihîstin çopê derxin. Da ku ew jî bi rola xwe di paqijkirina bajêr de bilîzin û bajarê xwe paqij biparêzin.

(şx)

ANHA