Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29`an de didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 29`an de bi koma 6`emîn didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 29`an de didome
25 kanûn, 2020   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  29`an de bi koma 6`emîn berdewam dike.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Amedê diyar kirin ku heta encamê wernegirin wê li ber xwe bidin.

Girtiyan bang li gel jî kirin ku xwedî li çalakiya wan derkevin.