Şêniyên Şengalê di roja 24`an de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 24`an de didome. Şêniyan dan zanîn ku heya daxwazên wan pêk neyên ew çalakiya xwe berdewam bikin.

Şêniyên Şengalê di roja 24`an de çalakiya xwe didomînin
25 kanûn, 2020   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 24`an de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Xelkê Êzidî heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Şêniyê Xanesorê ê bi navê Hecî Kulî ku tevlî çalakiyê bûye da zanîn ku ger asayişa wan nebe ew nikarin li malên xwe de rehet birazin. Hecî got; “Ji bo wê asayiş hebûna Êzidxanê ye. Ger heta niha hikûmeta Iraqê bersivek nedaye me, tê wateyê ku hîna pîlanên qirêj li ser Êzidiyan tê meşandin. Ji bo wê divê Êzidî fermana 73’an ji bîr nekin û hişyar bin.”