Şandeya belçîkî bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtinek pêk anî

​​​​​​​Berpirsekî Daîreya Têkiliyên Derve got ku hevdîtina bi hikumeta belçîkî re di çarçoveya rêzeserdanên hikumetên Ewropa ji herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê de pêk hatiye. Serdan bi armanca naskirina rewşa herêmê çêdibin.

Şandeya belçîkî bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtinek pêk anî
Şandeya belçîkî bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtinek pêk anî
Şandeya belçîkî bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtinek pêk anî
Şandeya belçîkî bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtinek pêk anî
25 kanûn, 2020   06:27
QAMIŞLO

Têkildarî hevdîtina rayedarên Rêveberiya Xweser bi hikumeta belçîkî ya li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt axivî.

Çarşema derbasbûyî şandeya belçîkî di dergeha Sêmalkayê re ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de derbasî herêmê bû, piştî şandeya belçîkî gihaşt avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Qamişlo her du alî li hev civiyan.

Şandeya hikumeta belçîkî ev cara 3`emîn ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine û di vê mehê de ev cara duyemîn e, ji ber ku 23`yê Sibatê heman şandeyê û rojnemevanên belçîkî serdan kiribûn.

Şandeya belçîkî ji balyozê belçîkî yê li Amman Cowen Steffenner û gerînendeyê Hevpar ê alîkariya balyozxaneya Johan Cassir pêk dihat.

Li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer û cîgirê wî Fener El-Giêt, Ebîr Êliya, Nûnera Rêveberiya Xweser a li Ewropa Mizgîn Ehmed û cîgirên Serokatiya Desteya Jinan Evîn Qafûr û Belqîs Hemendî pêşwaziya şandiyê kirin.

Fener El-Giêt destnîşan kir hevdîtin di çarçoveya rêzeserdanên şandeyên Ewropa ji herêmê re pêk hatiye, da ku rewşa herêmê bişopînin û geşedanên dawîn ên siyasî û leşkerî ji nêz ve bibînin.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Karên Derve yê Rêveberiya Xweser Fener El-Giêt got ku di hevdîtinê de behsa gelek aliyên aloziya Sûriyê kirin, her wiha behsa rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine ku rastî xeteriyan tên nexasim ku dewleta Tirk a dagirker her tim êrişî herêmên wan dike.

Fener El-Giêt anî ziman ku wan behsa bandora êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa xizmetguzariyê, rewşa kampên ku malbatên DAIŞ`iyan lê ne, rewşa tenduritiyê, rewşa herêmê ji aliyê civakî, siyasî û aborî kirine.

Şandeya belçîkî zarokekî 9 salî bi xwe re anîbûn avahiyê, ev zarok bi eslê xwe belçîkî ye û ji kesên ku li kampa Holê diman bûn. Di dawiya hevdîtinê de şandeyê berê xwe bi dergeha Sêmalkayê vekir û bi vî şeklî serdan bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yUSXRR_vfCo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>