Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Qamişloyê dest pê kir

Komîteya Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Sûriyê, mîhrîcana xwe ya 25`emîn li Qamişloyê li dar xist.

Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Qamişloyê dest pê kir
Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Qamişloyê dest pê kir
Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Qamişloyê dest pê kir
Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Qamişloyê dest pê kir
25 kanûn, 2020   10:51
QAMIŞLO

Komîteya Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Sûriyê, mîhrîcana xwe ya 25`emîn li Pirtûxaneya Qelaa ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di mîhrîcanê de endamên saziyên civaka sivîl, saziyên rewşenbîrî û nûnerên partiyên siyasî jî amade bûn.

Di destpêka mîhrîcanê de endamê Komîteya Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Sûriyê Welat Şêro axivî û xêrhatina mêvanan kir.

Piştre sînevîzyonek li ser dîrok, kar û xebatên komîteyê yên ji sala 1993`yan ve hat pêşkêşkirin.

Di mîhrîcanê de dê 52 helbest dê bên pêşkêşkirin. Ji wan 52 helbestan ji derveyî welat hatine şandin, her wiha helbestvanên ku ji ber rewşa xwe ya tenduristî nikaribûn hazir bibin jî dîmenên ku tê de helbestên xwe pêşkêş kirine, ji mîhrîcanê re şandin.

Endama komîteya mîhrîcanê Jînda Mihemed da zanîn ku ew ê di dawiya mîhrîcanê de helbestvan û wêjevan bi spasnameyan ji derveyî xelata mîhrîcanê ya sereke, xelat bikin.

(sb)

ANHA

<iframe width="1280" height="720" src="https://www.youtube.com/embed/wGfpGyleaFo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>