​​​​​​​PYD'ê ya Lubnanê girtina Leyla Guven şermezar kir

Endamên meclisên PYD'ê yên Lubnanê bi daxuyaniyekê girtina hevseroka KCD'ê û parlamentra Colemêrgê Leyla Guven şermezar kir.

​​​​​​​PYD'ê ya Lubnanê girtina Leyla Guven şermezar kir
24 kanûn, 2020   22:05
BEYRÛT

Endamên meclisên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên Lubnanên li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê girtina hevseroka KCD'ê û parlamentra Colemêrgê Leyla Guven şermezar kir.

Endama partiyê Şînda Yaqûb Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de girtiya hevseroka KCD'ê û parlamentra Colemêrgê Leyla Guven ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hate şermezarkirin û hate gotin: "Rejîma dîktator ji tevgera jinan û jinên azad ên rêxistinkirî ditirse, ji ber vê yekê êrişên tund ên ne mirovî li dijî wan pêk tîne da ku wan tune bike. Leyla Guven ji salan ve di nava têkoşînê de ye û li hemberî gefên rejîma faşîst û êrişên wê li ber xwe dide."

Her wiha hate gotin ku hikumeta behsa mijarê desthilata xwe ya ji bo tunekirina destkeftiyên gelên têkoşer û çand û baweriya wan dimîne û hate destnîşankirin ku bi vî rêbazî wê nikare îradeya gelan li Tirkiyê û derveyî wê têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana jinên têkoşer û girtiyên di girtîgehên faşîzma Tirkiyê bi dawî bû.

ANHA