​​​​​​​Çalakiya kon a şêniyên Tebqayê bi dawî bû

Çalakiya kon a şêniyên Tebqayê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê di roja sêyemîn de bi dawî bû.

​​​​​​​Çalakiya kon a şêniyên Tebqayê bi dawî bû
24 kanûn, 2020   15:59
TEBQA

Meclisa Sivîl a Tebqayê ji bo piştgiriya berxwedana QSD'ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê konê çalakiya veda çalakî di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Şandeyên ji gundewarên rojhilat û bakurê Tebqayê serdana konê çalakiyê kirin. Şande ji meclisên herêmî, malên gel, partiyên siyasî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê pêk dihat.

Di dawiya çalakiyê de Hevseroka Meclisa Sivîl a Tebqayê Heyfaa El-Betûşî daxuyanî xwend. Heyfaa diyar kir ku şêniyên Tebqayê û gundewarên wê amade ne destekê bidin QSD`ê. Di  heman demê de êrişên Tirkiyê yên li dijî Eyn Îsayê û sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî herêmên dagirkirî şermezar dikin.

Heyfaa got ku sûcên artêşa Tirk dê nikaribin vîna gel lawaz bikin, berovajî vê yekê israr û vîna wan xurtir dike. Her wiha bang li NY`yê û komeleyên mafên mirovan kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk helwesteke cidî nîşan bidin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JIwsJ1m-aeQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>