Li Eyn Îsa û Amûdê berxwedana QSD'ê hate silavkirin

Ciwanên Reqa, Tebqa û şêniyên navçeya Amûdê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û bang li aliyên garantor kirin ku li hemberî êrişan berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

24 kanûn, 2020   14:50
EYN ÎSA

Çalakiya konvedanê ya li navçeya Eyn Îsa ya ji bo silavkirina berxwedana QSD'ê û şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye lidarxistin di roja sêyemîn de berdewam dike.

Ciwanên ji Reqa û Tebqayê serdana konê çalakiyê kirin û li deriyê rojhilat ê ketina navçeya Eyn Îsa ji aliyê endamên Kongray Star ve hatin pêşwazîkirin.

Ciwanan ji wir dest bi meşekê kir û di nava kolanên navşeyê geriyan. Ciwanan ku alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û QSD`ê rakirin, dirûşmên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk û şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin.

Meş li pêşiya baregeha Rûsya ya li navçeyê rawestiya. Bi navê ciwanên şoreşger ên Reqa û Tebqayê Dilgeş Reqa axivî û bêdengiya aliyên navneteweyî li hemberî êrişên li ser navçeyê şermzar kir û got: “Bêdengiya wan nîşan dide ku ew hevkarên dewleta Tirk a dagirker in.”

Dilgeş Reqa bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku li dijî êrişên dagirkeran çalakiyan li dar bixin.

Dilgeş Reqa her wiha teqez kir ku ew hemû li pişt şervanên QSD`ê ne û got: “Em hemû QSD`ê ne.”

Tê payîn  ku sibe Kongreya Star a Tebqayê beşdarî çalakiya konvendê bibe. Çalakî wê heya 26 vê mehê bi dawî bibe.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, bi diruşmeya "Ji ax û azadiya xwe gav paşde navêjin" bi dehan kes daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meş ji aliyê Kongreya Star û Meclisa Navçeya Amûdê ve hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya qada Jina Azad dest pê kir û li kolanên serek ên navçeyê geriyan. Xwepêşandêran siloganên silavkirina berxwedana Eyn Îsayê û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî berz kirin.

Xwepêşandan li qada Şehîd Cîhad a li navenda navçeyê veguherî mitîngê, endama meclisa navçeya Amûdê Yusra Derwîş daxuyaniyek xwend û êrişên dewleta Tirk dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û got:" Dagirkeriya Tirk êrişên xwe dijî navçeya Eyn Îsayê di demên dawî de zêde kiriye. Em wekî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişan şermezar dikin û bang li rêxistinên navnetewî û aliyên garantor dikin ku van êrişan rawestînin.

Yusra Derwîş piştrast kir ku ew li pişta Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ne û got: "SD'ê yekane hêza ku ber xwe dide û li hemberî dewleta Tirk a dagirker disekine."

(dm)

ANHA