Ciwanên Hecînê: Dewleta Tirk sivîlan dike armanc

Ciwanên Hecînê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin û teqez kir ku dewleta Tirk sivîlan û nexasim jin û zarokan dike hedef.

Ciwanên Hecînê: Dewleta Tirk sivîlan dike armanc
24 kanûn, 2020   11:41
DÊRAZOR

Meclisa Ciwanên Hecînê bi beşdariya ciwanên ji Firat, El-Şefa, Sosê û Baxozê yên gundewarên rojhilatê Dêrazorê û gelek endamên meclisa herêmî daxuyaniyek da. Endama rêveberiya Meclisa Ciwanên Hecînê Rene El-Salih daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek ciwanên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Eyn Îsayê şermezar dikin û hate destnîşankirin ku tevî biryara rawestandina şer li hemû cîhanê ji ber belavbûna vîrusa koronayê, lê dewleta Tirk êriş dike.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku di encama van êrişan de sivîl bûn qurbanî û nexasim jin û zarok.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku ew wek ciwan dê li hemberî dijmanayî, zilm û îxanetê bisekinin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uRCAfXSLeOk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>