Kongreya PADÊ ya sêyemîn dest pê kir 

Kongreya PADÊ’yêya sêyemîn bi beşdarbûna 150 delegeyan li Şengalê dest pê kir.

Kongreya PADÊ ya sêyemîn dest pê kir 
24 kanûn, 2020   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) 3’yemîn kongreya xwe li dar dixe. Kongre li Komelgeha Digurê ya Şengalê bi dirûşma “Bi ruhê bidawîkirina fermanan em ê rêxistina xwe xurt bikin” dest pê kir.

Serokê giştî yê PADÊ Emer Salih axaftina destpêkê kir û bi bîr xist ku ew wek partiyeke siyasî ya êzidiyan her tim hewl dane daxwazên gelê êzidî bînin rojevê, her wiha têkoşîn kirine ku xweseriya Şengalê were naskirin. Salih destnîşan kir ku li dijî peymana li ser Şengalê hatiye îmzekirin jî, ew di warê dîplomatîk û pêwendiyan de hewl didin daxwazên Şengalê ragihînin cihên pêwendîdar.

Piştî axaftina Emer Salih rapora xebatê ya 2 salan hat xwendin.

Kongre bi axaftin û xwendina peyaman didome.Di kongreyê de dê guhertinên di rêziknameya partiyê de jî werin xwendin û erêkirin. Kongre dê heta êvarê dom bike û bi hilbijartina serokê partiyê û meclisa partiyê bi dawî bibe.