Ji bo xwedîderkertina li çalakvanên greva birçîbûnê li Helebê çalakiya konvedanê

Ji bo xwedîderketina li berxwedana çalakvanên di girtîgehên Tirkiyê de ku ji bo rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, Kongreya Star a Helebê çalakiya konvedanê orgenîze kir.

Ji bo xwedîderkertina li çalakvanên greva birçîbûnê li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo xwedîderkertina li çalakvanên greva birçîbûnê li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo xwedîderkertina li çalakvanên greva birçîbûnê li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo xwedîderkertina li çalakvanên greva birçîbûnê li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo xwedîderkertina li çalakvanên greva birçîbûnê li Helebê çalakiya konvedanê
Ji bo xwedîderkertina li çalakvanên greva birçîbûnê li Helebê çalakiya konvedanê
24 kanûn, 2020   11:20
HELEB

Di çarçoveya hemleya KCK`ê ya “Na ji faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” de, ji bo piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de ku di roja 28`an de didome, Kongreya Star a Helebê çalakiya konvedanê organîze kir.

Konê çalakiyê li geraca berê ya Efrînê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hate vedan û bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşer Leyla Guven hate xemilandin.

Bi dehan jinên taxê û nûnerên meclis, partî û komînên taxê cilên spî li xwe kirin û beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Kongreya Star Fehîme Şêxo wiha axivî: “Dewleta Tirk a faşîst zextên derûnî û fîzîkî li rêber Ocalan dike, ji lew re hemleya greva birçîbûnê ku girtiyên li girtîgehên Tirkiyê di mercên zehmet de daye destpêkirin, bersiva herî xurt li hemberî hemû rêbazên tecrîda li dijî rêber Apo ye.”

Fehîme destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide hemû rêbazên peywendiya bi Ocalan re qut bike û wiha dewam kir: “Gelê Kurd dê tecrîdê bi dawî bike, ji ber ku fikrên Ocalan çareseriya aştiyê li Rojhilata Navîn in.”

Fehîme tekez kir ku ew ê xwedî li berxwedana girtiyan derkevin û dê rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

Piştî axaftinê, Koma Vejîn a Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê heta saet 15:00’yan dewam bike.

(cx)

ANHA