Şêniyên Şengalê di roja 23`yan de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 23`yan de didome. Şêniyan dan zanîn ku heya daxwazên wan pêk neyên ew çalakiya xwe berdewam bikin.

Şêniyên Şengalê di roja 23`yan de çalakiya xwe didomînin
24 kanûn, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 23`yan de didome .Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Xelkê Êzidî heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Endama Meclîsa jinan a Dîgorê Reyhan Xidir got:“ev 23 roj e çalakiya destekdayîna asayişa Êzidxanê ji aliyê meclîs û saziyên Êzidxanê ve tê berdewam kirin. Lê mixabin heta niha ji bo daxwazên me tu bersivek nehatiye. Ji bo wê em weke dayîk heta dawiyê em ê li hemberî pîlanên qirêj ên li ser axa me li berxwe bidin.”