Rayedarên ewlehiyê yên Amerîka vebijêrkên li dijî Îranê lêkolîn kirin

Rayedarê payebilind ê rêveberiya Amerîkayê eşkere kir ku 2 rayedarên payebilind ên ewlehiya nîştimanî civînek li Koşka Spî li dar xist. Civîn der barê vebijêrkên li dijî êrişkirina Îran û wekîlên wê yên leşker û dîplomatên Amerîkayê li Iraqê bû.

Rayedarên ewlehiyê yên Amerîka vebijêrkên li dijî Îranê lêkolîn kirin
23 kanûn, 2020   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkanî ji Reutersê re daxuyand ku rayedarên ewlehiya nîştimanî li ser komek ji vebijêrkan li hev kir, dê di demeke nêzî pêşkêşî Serokê Amerkayê Donald Trump bikin.

Rayedar destnîşan kir ku koma rayedarên komîteya sereke, wezîrê Parastinê ya bi wekaletê hatiye erkdarkirin Chris Miller, wezîrê Karên Derve Mike Pompeo û şêwirmendê ewlehiya nîştimanî Robert O'Brien li ser rewşê li Koşka Spî nîqaş kirin.

(fr)