Raporek: Çeteyên dewleta Tirk jinên efrînî vediguhêzin Lîbyayê

Li gorî rapora Sky News`ê çeteyên dewleta Tirk a dagirker, gelek jinên efrînê ji girtîgehên li Tirkiyê şandine Lîbyayê û di karê fihûşê de bi kar tînin, mîna ku çeteyên DAIŞ`ê bi jinên êzidî li Şengalê kirine.

Raporek: Çeteyên dewleta Tirk jinên efrînî vediguhêzin Lîbyayê
23 kanûn, 2020   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Sky News`ê di raporeke xwe de ku îro belav kiriye, deteyên bi şok têkildarî sûcên destavêtina jinan û revandinê ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve, eşkere kirin.

Torê got: “Piştî ku dewleta Tirk bajarê Efrîn dagir kir, navend, sazî û dibistanên bajêr veguherîn girtîgehên veşartî. Şahidiyên jinên ku ji wan girtîgehan xilas bûne, eşkere dikin ku erdê girtîgehan bi xwîna ku ji ber destavêtina hovane derketiye, tijî bûye.”

`HAYA DEWLETA TIRK JI VAN SÛCAN HEYE`

Tora Sky News ku li gorî şahidiyên jinên Kurd rapora xwe amade kiriye, wiha domand: “Bûyerên destavêtin û çewisandinê yên ku li dijî jinên Kurd li Efrînê pêk tên, bi erêkirina dewleta Tirk in. Rojane bi dehan jin û jinên ciwan dibin qurbanî, nexasim ên temen biçûk. Çeteyan provakasyonê li malbatên wan dikin û jinan bi awayekî hovane ku tu carî pêk nehatiye, dest davêjin wan.”

`JINAN DIREVÎNIN Û DIFIROŞIN BAZIRGANÊN QETERÎ`

Her wiha Sky News`ê di rapora xwe de raporeke `Efrîn Post` esas girt. Di rapora `Efrîn Post` de hate destnîşankirin ku çeteyên Artêşa Nuxbe keça Kurd bi navê Selwa Ehmed Şaşo ya ji gundê Dargirê li gundewarê Efrînê revand û li maleke gundê Amara yê navçeya Mabatayê veşart, da ku piştre wê bibin Tirkiyê û bifiroşin bazirganên Qeterê. Paşê dîsa wê bibin Lîbyayê, mîna ku DAIŞ`ê bi jinên êzidî yên ji Şengalê sala 2014`an kirine. Lê malbata Selwa piştî çend rojan ji revandinê, keça xwe vegerand û plana çeteyên têk bir.

Çalakvanên ji Efrînê ji Sky News`ê re piştrast kirin ku gelek jinên Kurd di girtîgehên komên çeteyan de winda ne bi taybet ên temen biçûk û gelek ji wan birine Lîbyayê.

Çalakvanê Kurd ê ji Efrînê ku navê Bangîn Derwîş bi kar tîne got ku dema artêşa Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, çeteyên El-Hemzat hevserê jina bi navê Henaa ya ji navçeya Şêrawayê kuşt. Piştre wê dibin navenda xwe ya li Bilbilê.

Derwîş piştrast kir ku çeteyekî ji herêma Herbel a li gundewarê Şehbayê tev li çeteyên El-Hemzat bûye û wî hevjînê Henaa kuştiye û piştre Henaa bi xwe re biriya Lîbyayê.

Derwîş wiha domand: “Jinên revandî, bi rêya deriyê sînor ê leşkerî Kilis li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê yan jî bi rêya gundê Xelîl ê nêzî sînorên bi Tirkiyê re, deriyê sînor ê leşkerî li Hemamê li navçeya Cindirêsê yê ku herêma Efrînê bi Hatayê li Tirkiyê ve girê dide, derbasî Tirkiyê têne kirin.”

`REWŞA JINAN LI EFRÎNÊ DIWAR Û TEHL E`

Jineke (20) efrînî ku navê Şîrîn Bilo bi kar tîne, diyar kir ku ew rastî provakasyona cinsî ji hêla çeteyên Ehrar El-Şerqiye bi serkêşiya Ebû Şeqra ve hatiye. Şîrîn rewşa jinan li Efrînê bi “Dijwar û tehl” wesifand.

Şîrîn ji torê re bi bîr xist ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye ser mala wê û cîranan de girtine, gefa serjêkirinê li wan xwarine heke 4 milyon lîreyên Sûriyê nedin. Lê çeteyan li Şîrînê gef xwariye yan dê serê hevserê wê serjê bikin yan jî bihêle dest bavêjin wê. Şîrîn got: “Min ji wan xwest ku demekê bidin min heta ku qebûl bikim. Ez û hevserê xwe bi lez em ji Efrînê revîn û çûn herêmên Şehbayê yên li gundewarê Helebê.”

`JINÊN TEMENMEZIN, JINÊN CIWAN Û HETA KEÇAN DIREVÎNIN`

Midûrê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku wan gelek bûyerên revandina jinan, destavêtinê, kuştina jinan û avêtina cenazeyên wan di çolê de belge kirine. Şêxo wiha domand: “Kesên ji Efrînê revîne, behsa nexweşxaneya Efrînê yê tijî cenazeyên jinên revandî yên ku bi awayekî hovane hatine kuştin dikin. Ew jin bi tawana terorê û li ser ewlehiya dewleta Tirk xeter in hatine kuştin.”

Îbrahîm Şêxo çîroka revandine keçekê bi navê Melek Nebîl (16) beriya çend mehan ji hêla çeteyan ve vegot. Şêxo destnîşan kir ku Melek bi îdiaya ku ew şervana Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) ye li gundewarê Ezazê bi guleyan tê kuştin. Her wiha da zanîn ku Melek beriya were kuştin, çeteyan bi awayekî komî di dirêjahiya hefteyekê de dest avêtine wê û piştre vegerandine malbatê. Lê dîsa careke din tê revandinê û ji hêla kesên nenas ve li gundewarê Ezazê tê kuştin.

Şêxo di nav gotinên xwe de îşaret pê kir ku çeteyan beriya çend hefteyan, 7 jinên Kurd di nav de 4 jinên temenmezin ên ji gundê Gazê yê navçeya Reco li gundewarê Efrînê revandine. Jineke (60) bi navê Helîme Mûsa Colê rastî îşkenceyê û lêdanê tê. Çeteyan ji bo serbestberdana wê jî fîdye ji malbata wê xwestiye. 

Lêpirsîner û pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên Komîteya Cezayan a Navneteweyî ya sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, di rapora xwe ya herî dawî de bi navnîşan “Li paş eniyên pêşîn tu destên paqij tune ye”, behsa sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirin.

Di raporê de komîteyê hişyarî ji sûcên hovane ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî da.

Di rapora navneteweyî de, bûyerên tundiya cinsî ya li dijî jinan û mêran jî di girtîgehên li Efrînê de hatine belgekirin. Her wiha hatiye destnîşankirin ku haya dewleta Tirk ji sûcên hovane yên çeteyên wê yên li dijî sivîlên Kurd heye. Di raporê de Enqere bi binpêkirina peymana mafên mirovan hate tawanbarkirin.

Rêxistinên mirovî û hiqûqî û yên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Ewropayê bangawazî li aliyên navneteweyî kir ku çaranûsa jinên winda û yên revandî di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de li herêmên ku li bakurê Sûriyê dagir kirine, eşkere bikin. Rêxistinan piştrast kir ku hejmara jinên Kurd ên revandî gihaştiya hezarî. Hinek ji wan li beramberî fîdyeyan serbest hatin berdan, lê heta îro çaranûsa zêdetirî 400 jinên revandî ne diyar e.

(şx)