Rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşnûmeya qanûna çapemeniyê nîqaş kir

Nûçegihan û rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşnûmeya qanûna çapemeniyê ya ku ji hêla saziyên çapemeniyê û rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye amadekirin, nîqaş kir.

Rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşnûmeya qanûna çapemeniyê nîqaş kir
Rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşnûmeya qanûna çapemeniyê nîqaş kir
Rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşnûmeya qanûna çapemeniyê nîqaş kir
Rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşnûmeya qanûna çapemeniyê nîqaş kir
Rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşnûmeya qanûna çapemeniyê nîqaş kir
Rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşnûmeya qanûna çapemeniyê nîqaş kir
23 kanûn, 2020   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya bi Rêxistina Şar a Geşkirinê komxebateke diyalogê li dar xist. Da ku mekanîzmeya pêkanîna pêşnûmeya qanûna çapemeniyê ya ku saziyên çapemenî û rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kirin, nîqaş bikin.

Di komxebatê de, komek ji rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Ragihandina Azad, nivîsgeh, yekitî , sandîkayên çapemeniyê û nûnerên Meclisa Rêveber û Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Çapemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amir Murad, li ser armancên lidarxistina komxebatê axivî û wiha got: "Komxebat ji bo pêşkêşkirina gelek pêşniyarên gihandina ber bi mekanîzmayeke guncaw ya ji bo pêkanîna qanûna çapemeniyê beriya erêkirinê, li dar ket. Da ku xebata rojnamegeran hêsan bibe."

Beşdaran nêrînên xwe eşkere kirin û da zanîn ku pêwîst e ku qanûna çapemeniyê ji saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên giştî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, were şîrovekirin.

Têkildarî mijarê, rojnamegerê tora rojnamegerên Kurd ên sûrî Hîbar Osman wiha got: "Divê qanûna çapemeniyê nerm be û bi kêrî pêkanînê be. Divê mafên wergirtina agahiyan ku ew jî mafên rojnameger e, pêk bê. Divê qanûna parastina mafên rojnamegeran û qanûnek li hember kiryarên çewt ên rojnamegeran jî hebe."

Lê hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsiv wiha eşkere kir: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pir deveran ewletir e û tê de rojnameger xebata xwe bi hêsanî pêk tînin."

Komxebat bi nîqaş û pêşniyarên rojnamegeran bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t-jJH4ouUNU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>