Şêniyên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re

Bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê meşek li dar xist.

Şêniyên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re
Şêniyên Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re
23 kanûn, 2020   13:27
MINBIC

Bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk û terora wê li Eyn Îsayê re" Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê Wê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Eyn Îsayê meşek organîze kir û bi hezaran şêniyên Minbic û gundewarên wê beşdar bûn.

Piştî meşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfa Xelo got armanca artêşa Tirk berfirehkirina dagirkeriya xwe li xaka Sûriyê ye.

Nezîfa destnîşan kir ku dewleta Tirk naxwaze li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê pêşketin çêbe, lewra hewl dide projeya neteweya demokratîk û hevgirtina gelan têk bibe.

Piştre seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Ezab Ebûd axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rêzê ji pîvan û peymanên navneteweyî re nagire û êrişî herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk êrişî herêma Eyn Îsayê dike, gefan li jiyana sivîlan dixwe û hewl dide wan bide koçberkirin, her wiha dixwaze wekî herêmên dagirkirî demografiya van herêman jî biguherîne.”

Piştre endama Meclisa Jinan a Minbicê Nisrîn Elî axivî û bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir. Meş bi dirûşman bi dawî bû.

(eh)

ANHA