KNK: Ji ber ku Leyla Guven roleke girîng ji bo xebatên yekitiyê lîst, rejîma faşîst ew xiste zindanê

Komîsyona Jinan a KNK'ê girtina Leyla Guven şermezar kir û da zanîn ku “Leyla di pêvajoyeke girîng de di xebatên yekitiya neteweyî de xwedî rol û risteke girîng e. Ji ber vê yekê rejîma faşîst ew bi awayekî hov û dermirovî derdest kir û xiste zindanê.”

KNK: Ji ber ku Leyla Guven roleke girîng ji bo xebatên yekitiyê lîst, rejîma faşîst ew xiste zindanê
23 kanûn, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîsyona Jinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê hebûn û paşeroja xwe li ser tunekirina destketiyên gelên bidest, çand, ol û civakên cuda ava kiriye û êrişên rojane yên li dijî jinan, destketiyên jinan, êrişên li hemberî gelê Kurd û mafên civakî, mirovî, neteweyî, zarok, kedkar, hunermendan hate bibîrxistin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ev rejîma dîktator herî zêde jî ji tevgera jinên azad û rexistina wan ditirse û bi êrişên herî giran û derveyî sinc û mirovahiyê dixwaze tune bike. Leyla Guven bi salan e li hember êriş û gefên rejîma fasîşt li ser xeta baweriya jiyana azad û jina azad di nav refên tekoşînê de cihê xwe girtiye û ti carî serê xwe netewandî ye.

Leyla hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an li bajarê Colemêrgê bi dengekî bilind wek parlementer hate hilbijartin. Lê Leyla ne tenê parlamenterek di Meclîsa Enqereyê de bû. Leyla heman demê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk bû û li hemberî her cûre zilm û zordariyê xwedî sekneke şoreşger bû. Rejîma dîktator ne tenê li Bakur li her çar parçeyên Kurdistanê li hember gelê Kurd şer dike û dixwaze destketiyên gelê Kurd tune bike. Leyla di pêvajoyek wiha girîng de di xebatên yekitiya neteweyî de xwedî rol û risteke girîng e. Ji ber vê yekê rejîma faşîst li gel binpêkirina hemû zagonên xwe ew bi cureyek hov û dermirovahî derdest kir û xiste zindanê. Bi van kiryarên xwe dixwaze ku hemû dengên muxalîf qut bike û civakekî bê refleks û bê deng ava bike. Lê em baş dizanîn ku ji Leylayan re her der qada têkoşînê ye. Bi girtin û geflêxwarinê tu jinên azad gav li paşde navêjin. Ji bo xebatên kongreya civata demokratîk 22 sal 3 meh cizayê zindanê li Leylayê hate birîn. Duh dadgeha bilind a Ewropayê di doza hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de da xuyakirin ku ev xebatên KCD yê xebatên hiqûqî ne û nabe ku wekî kiryarên derveyî zagonê were nirxandin.

Bila bê zanîn ku ev zext û zordariya hov ji bo me sedema bilindkirina têkoşînê ye. Em tu carî van kiryarên rejîma faşîst napejirînin û em ê têkoşîn û berxwedana xwe li her qada jiyanê bilindtir bikin."