`Hewl didim ji cîhanê re cilûbergên jinên Kurd ên li çiyayên Kurdistanê xuya bikim`

Jineke Kurd (66) bi rêya Instagramê cilûbergên jinên Kurd ên ku li çiyayên Kurdistanê dihatin lixwekirin, belav dike.

`Hewl didim ji cîhanê re cilûbergên jinên Kurd ên li çiyayên Kurdistanê xuya bikim`
`Hewl didim ji cîhanê re cilûbergên jinên Kurd ên li çiyayên Kurdistanê xuya bikim`
`Hewl didim ji cîhanê re cilûbergên jinên Kurd ên li çiyayên Kurdistanê xuya bikim`
`Hewl didim ji cîhanê re cilûbergên jinên Kurd ên li çiyayên Kurdistanê xuya bikim`
`Hewl didim ji cîhanê re cilûbergên jinên Kurd ên li çiyayên Kurdistanê xuya bikim`
23 kanûn, 2020   09:23
KATALONYA-EMÎNE HISÊN

Di mehên qedexeya derketina derve de li Ewropayê, gelek şêniyan dema xwe ji bo pêşxistina xwe ya kesayetî derbas kirin. Lê jina Kurd a bi navê Têlî wiha nekir.

Têlî (66) jineke Kurd e li Holandayê dimîne. Mîna bi sedhezaran gelê Bakurê Kurdistanê ji ber sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, ji herêma Wanê koçber dibe û diçe Holandayê.

Têlî ji biçûkahiya xwe ve cilan didirû. Bi taybet cil û bergên Kurdî. Derbarê vê mijarê de Têlî ya ku tevî kurê xwe Agirî (26) li Holandayê dimîne got: “Mîna gelek kesan, ji ber vîrusa koronayê em di mal de man. Dema min a vala gelek bû. Ji ber wê min biryar da ku wê demê di huner, wênesazî û dirûtinê de xerc bikim.”

Di salên 90`î de beriya ku tevî malbata xwe ji gund birevin bi demeke kurt, dewleta Tirk binavkirina zarokan bi navên Kurdî û fêrkirina zimanê dayîkê qedexe kir. Her wiha hinek cureyên cilûbergan hatin qedexekirin.

Têlî wiha domand: “Min dixwest ji bo çanda gelê xwe tiştekî bikim. Lê derfeta min kêm bû. Lê niha derfet heye ku ji cîhanê re xuya bikim jinên li çiyayên Kurdistanê çi li xwe dikin û çawa xwe dixemilînin. Dirûtina cilûbergan ji pêlîstokan re, gelek baş e, ji ber ku xweşikbûna ku hîna di hişê min de zindî ye, xuya dikin."

Têlî cawên rengîn, bi gul û wêneyên rojhilatî neqişandî bi kar tîne. Seriyên pêlîstokan, bi xişirên zêrîn dixemilîne mîna ku jinên Kurd di şahî û boneyên Newrozê de li xwe dikin. Têlî dibêje ew ji caw kofiyan û ji xalîçeyê çanteyan çêdike.

Têlî gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ez dixwazim ku çanda me winda nebe. Dixwazim nifşên nû, cilûbergên me yên kevnar nas bikin. Cilûberg, çanta, kofî, balgî û amûrên xemilandina sufreyan beşek ji çanda me ye.”

Agirî kurê Têlî alîkariya wê dike û karên dayîka xwe li Instagramê belav dike. Derbarê mijarê de dibêje: “Ez ji karê dayîka xwe hez dikim. Berê li nêzî çiyayên Kurdistanê mîna piraniya Kurdan jiyaneke dijwar dijiya. Lewra dixwazim berhemên wê ne tenê bi Kurdan re lê belê bi cîhanê re parve bikim. Bi rêya karê xwe hewl dide bîranînên xwe vegerîne û biparêze.”

Piraniya jinên Kurd ên ji nifşa Têlî dikarin karên destan çêkin. Gelek caran jinên Kurd bi rêya wê debara xwe peyda kiriye. Têlî têkildarî vê yekê got: “Divê em alîkariya hev bikin. Divê em serbixwe bin û li ber xwe bidin. Divê her kesek li cîhanê ji bo peydakirina debara xwe, bixebite û zehmetiyan tehemul bike.”

Têlî armanc dike, pêşengehekê veke yan jî bi rêya dazgehên çapemeniyê yên Kurd berhemên xwe pêşkêş bike.

(şx)

ANHA