Jinên Komunîst ên Şoreşger: Leyla Guven ne tenê ye

Jinên Komunîst ên Şoreşger têkildarî girtina Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî da û got “Çi dibe bila bibe jin dê doza mafên xwe bernedin. Em banga mezinkirina piştgiriya jinan dikin. Divê hemû jin li hember vê biryarê li qadan bin û daxwaza azadiya Leyla Guven bikin.”

Jinên Komunîst ên Şoreşger: Leyla Guven ne tenê ye
23 kanûn, 2020   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtina hevserok KCD’ê ji aliyê dewleta Tirk a dagriker ve, da.

Di daxuyaniya JKŞ’ê wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a faşîst û zilamperest careke din êrişî vîna jinan kir. Jinên ku bi salan e tê dikoşin, li kolanan doza mafên zayendî û mirovahiyê mezin dikin, li hember zilm û faşîzma zilaman û dewleta wan her dem bûn bendeke ji agir. Dewleta Tirk bi rêbazên girtin, hepiskirin, tacîz û destdirêjiyê dixwaze vê têkoşînê bişikîne. Vê siyasetê bi hemû amûrên dewletê roj bi roj xurttir dike. Bi taybet jî li ser jinên Kurdistanê ev siyaset bi hemû rêbazan tê meşandin.

Dewleta Tirk ji bo vîna jinan bişikîne jinên pêşeng ên tevgera azadiya jinan bi dadgehên xwe yên siyasî dîl digire. Leyla Guven a ku bi dehan salan e ji bo azadiya jinan têkoşînê dike, bi biryareke siyasî bi lez û bez hat dîl girtin. Ev biryar tirsa dewleta zilamperest û faşîst diyar dike. Bêguman biryara girtin a ji bo Leyla Guven ne biryareke ji rêzê ye. Leyla Guven bi têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma AKP’ê û MHP’ê bi xeta têkoşîna biryardar, li dijî tecrîda Îmraliyê bi çalakiya bi greva birçîbûnê bû sembola berxwedanê.

Em wek Jinên Komunîst ên Şoreşger dewleta Tirk ji êrişên wê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nas dikin. Em wan ji revandin, îşkencekirin û tecawizkirina jinan nas dikin. Em wan ji piştgiriya ku didan DAIŞ’ê nas dikin. Em bi bawer in ku çawa jinên Rojava li hember feraseta zilamperestiyê şoreşa xwe ava kirin û hîn jî wê diparêzin, jinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî dê vê ferasetê bişikînin û şoreşa xwe ava bikin. Dewleta Tirk jî vê dibîne û ji vê ditirse.

Ji bo vê yekê roj roja mezinkirin û xurtkirina piştgiriya jinan e. Em biryara dewleta Tirk a siyasî şermezar dikin. Çi dibe bila bibe jin wê doza mafên xwe bernedin. Ji bo vê yekê em banga mezinkirina piştgiriya jinan dikin. Pêwîst e hemû jin li hember vê biryarê li qadan bin û daxwaza azadiya Leyla Guven bikin.”