'Dewleta Tirk bi guhertina Nebî Hûrî dixwaze nasnameya gelên herêmê biçewisîne'

Hevseroka Desteya Şûnwaran a herêma Efrînê got ku dewleta Tirk ji guhertina keleha Nebî Hûrî û avakirina mizgeftekê li wir armanc dike nasmane û dîroka şêniyên Efrînê ya ku digihêje bi hezaran salan, biçewisîne.

'Dewleta Tirk bi guhertina Nebî Hûrî dixwaze nasnameya gelên  herêmê biçewisîne'
23 kanûn, 2020   03:43
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Çavkaniyên ji Efrînê dîmenên guhertina artêşa Tirk a dagirker kelaha Nebî Hûrî li navçeya Şera ya ku bi navê Sîros an jî bajarê Korş tê naskirin û dîroka wê vedigere derdora 312 sal (B.Z), belav kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ve sala 2018`an, kelaha Nebî Hûrî bi awayekî bêserûber dikole û parçeyên dîrokî talan dike. 

Derbarê mijarê de Hevseroka Desteya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî şûnwarên li Efrînê şermezar kir û diyar kir ku civaka navneteweyî û rêxistinên têkildarî parastina şûnwaran, berpirsên wêrankirina şûnwarên Efrînê ne.

Esmehan piştrast kir ku bêdengiya navneteweyî li hemberî van sûcan, îsbat dike ku ew bi dewleta Tirk re ji bo talankirin û wêrankirina cihên dîrokî li herêmê, şirîk e.

Esmehan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji veguherandina keleha Nebî Hûrî ji mizgeftekê re, armanc dike ku çand, dîrok û nasnameya herêmê veşêre. Her wiha îşaretpê kir ku dewleta Tirk di demeke berê de bi zanabûn, tabloyek mozaîk ji kelahê talan kiriye û di sûka reş a li Tirkiyê de firotiye.

Her wiha Esmehan bi bîr xist ku wan wêrankirina derdora 26 cihên dîrokî li Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di dirêjahiya îsal de belge kirine.

Hevseroka Desteya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed bang li civaka navneteweyî kir ku şandeyekê bişînin herêmê da ku sûcên dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê li dijî şûnwarên li Efrînê belga bikin û dewleta Tirk ji ber sûcên wê muhesebe bikin.

(şx)
ANHA