​​​​​​​DMME’yê biryara berdana Demîrtaş da

Daîreya Mezin a DMME'yê biryar da ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.

​​​​​​​DMME’yê biryara berdana Demîrtaş da
22 kanûn, 2020   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

 Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derheqê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîngirtî biryar da û xwest ku Demîrtaş bilez were berdan.

Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser biryara DMM'yê got,''Derheqê rêzdar Demîrtaş bi biryareke giran û dîrokî biryar li ser daye ku Demirtaş bilez were berdan. Bi vê biryarê de hemû sûcdariyên li ser miwekîlê me pûç bûne, hatiye pejirandin ku miwekîlê me bi sedemên siyasî ev 4 sal in rehîn hatiye girtin.''

Karaman her wiha got, ''Ev biryar teqez û bi hikmê fermanê ye'' û got divê Demîrtaş bilez were berdan.