KCDK-E: Bi hedefkirina jinên pêşeng, dixwazin xwe xurt nîşan bidin

KCDK-E bi daxuyaniyekê diyar kir ku di şexsê Leyla Guven de êrişî vîna gelê Kurd hate kirin û bang li her kesî kir ku bi çalakiyên protestoyî faşîzma Tirk û û rûyê dîktatoriyê teşhîr bikin.

KCDK-E: Bi hedefkirina jinên pêşeng, dixwazin xwe xurt nîşan bidin
22 kanûn, 2020   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî girtina hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daxuyaniyek da û îşaret pê kir ku di şexsê Leyla Guven de êrişî vîna gelê Kurd hate kirin û got: “Ya sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dide domandin, împaratoriya tirsê li ser civakê dide avakirin, Tirkiye ya ku tu kes lê azad nîn e, veguherandiye girtîgehekî vekirî.

Ji bo dengê civakê qut bikin parlamenteran digirin. Şaredariyên bi vîna gel hatine bidestxistin, yek bi yek bi qeyûmên diz û talanker dagirkirin, zilma faşîst xwestin mayînde bikin.

Jinên Kurd li dijî êrişan bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ wek bend bersiv didin. Li Tirkiyeyê dengê karker, kedkar, jin, muxalîf, şoreşger, demokrat û rewşenbîran her ku diçe bilind dibe. Li dijî faşîzmê girtiyên bi ruhê zindana Amedê serî rakir, bi dirûşma ‘Hundir derve ye, derve hundir e’ li her derê bi têkoşînê bersivê didin. Bi hedefkirina pêşeng û jinên pêşengiyê ji gel re dikin, dixwazin xwe bi hêz bidin nîşandan. Ji ber vê yekê hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin hedef.

Erdogan tim KCD wek hedef nîşan da, dixwaze KCD’ê krîmînalîze bike, rol û rastiya wê ya civakî bike hedef. Leyla Guven ji ber daraza vê hişmendiyê hatiye girtin. Di demekê de ku li dijî gelê Kurd êrişên topyekûn hene, planên qirkirinê dikevin meriyetê, hedefkirina KCD’ê ya ji bo yekitiya neteweyî gavên girîng diavêjin, ne tesaduf e.

Gelê Kurd, ewladên wê, rewşenbîr, muxalefet, şoreşger, demokrat, jin, kedkar, bêkar wê li ber terora faşîst û rejîma faşîst a Erdogan serî netewînin. Biryara di şexsê Leyla Guven dehatiye girtin ku dixwazin xeta azadiya jinan û têkoşîna azadiyê dîl bigirin.

Em wekKCDK-E bang li hemû gelê xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, muxalefetê dikin ku li her cihê lê bi çalakiyên protestoyî rejîma faşîst a Erdogan a dijminê gelê Kurd û rûyê dîktatoriyê di raya giştî de teşhîr bikin. Li her derê xwedî li çalakiyên ji bo KCD’ê û Leyla Guven bê kirin, derkevin û seferber bibin.”

(cx)