‘Leyla Guven vîna me jinan e’

9 rêxistinên jinan têkildarî girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyaniyek da û got “Leyla Guven ku li dijî neheqiyan li ber xwe dide, vîna me jinan e.”

‘Leyla Guven vîna me jinan e’
22 kanûn, 2020   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

9 rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê li ser girtina hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemergê ya HDP’ê Leyla Guven helwest nîşan da.

Di daxuyaniya rêxistinên jinan de wiha hate gotin: “Em xweş bi vê dizanin; bi vê biryara ku di şexsê Leyla Guven de hatiye standin di serî de gelê Kurd û jin ku tê xwestin vîna wan teslîm were girtin, pê dixwazin muxalefeta civakî çavtirsandî bikin. Tu hukmê vê biryarê ji bo me nîn e.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Leyla Guvne jiyana xwe di ber têkoşîna jinan û gelê Kurd de daye, di vê rêyê de berdêl dane û hate gotin: “Leyla Guven ku li dijî neheqî û nehiqûqiyan radiwest vîna me jinan e. Ti desthilateke faşîst, ew û em ji têkoşîna me bi paş ve nexistine, nekarîne ku gavê bi me bi paş ve bidin avÊtin. Ev êrîşên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê jî wê li ber têkoş3ian Leyla Guven nebe asteng.

Wekî Leyla Guven gotî em bi tu deverê ve naçin. Ev welat yê me ye û em ê siyaseta xwe bidin, li hundir an jî li derve. Ti polîtîkaya zext û zordariyê, destgîrkirinê wê nikaribe me ji têkoşîna me bide paş! Ji cihê ku Leyla hiştî, ew ê li hundir em ê li derve li her qadê yek kêliyê jî xwe ji têkoşînê nedin alî. Ji ber ku em hêza xwe ji heqbûna xwe distînin. Ya ku wê têk biçe wê desthilata we ya serwer a rizîbûyî be.

Em li ber polîtîkayên we yên dijminatiya Kurdan û jinan serê xwe natewînin.”

Rêxistinên ku daxuyanî daye, wiha ne:

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan

Meclisên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gel

Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk

Meclisa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk

Rêxistina Rizgariya Jinan

Platforma Jinên Endamên Sosyalîst

Meclisên Jinên Sosyalîst

Meclisa jinan a Partiya Damezirîna Nû ya Sosyalîst

Jinên Çepgir ên Kesk