Rojnameyên erebî: Îtalya û Tirkiye dixwazin desthilata El-Serac xurt bikin

Rojnameyên erebî yên îro der barê tevgera Rûsyayê li Bokemalê, her wiha arîşeya li Iraqê û rewşa Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Îtalya û Tirkiye dixwazin desthilata El-Serac xurt bikin
22 kanûn, 2020   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎRAN Û RÛSYA… HERÊMÊN LIHEVHATIN Û RIKEBERIYÊ LI SÛRIYÊ’

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Rikeberiya di navebra Rûsya û Îranê de li başûrê Sûriyê (Qinêtra û Deraa) zêde dibe, carinan jî dibe dijberî, lê ev têkilî li gorî erdnîgariyê diguhere û xuya dike ku ev têkilî li Bokemalê; bajarê li ser sînorê Iraqê, bûye lihevhatin di navbera her du aliyan de.

Li gorî çavkaniyên li Bokemalê Rûsya dewriyeyên leşkerî şandine vê herêma ku ji bo Îranê stratejîk e, da ku bi hev re deriyê sînor ê Bokemalê bi rê ve bibin ku niha ew derî di bin desthilata milîsên Îranê de ye.

Lihevhatina Rûsya û Îranê li herêmê, piştî wê yekê hat ku Rûsya mafên lêgerîna petrol û gazê li gundewarên Bokemalê bi dest xist, Rûsya hewl dide ku çavkaniyên enerjiyê li rojhilatê Sûriyê ji Himsê ta Bokemalê bi dest bixe. Niha jî hin hêzên Rûsyayê hin dezgehên petrolê li Sûriyê diparêzin.”

‘LI HERÊMA KESK ARÎŞEYÊ BI BONEYA SALVEGERA KUŞTINA SULEYMANÎ ZÊDE DIKIN’

Der barê arîşeya di navbera Îran û Amarîkayê de li Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Piştî êrişa dawiyê ya bi moşekan li dijî balyozxaneya Amerîka ya li Herêma Kesk a Bexdayê, her du aliyan hişyarî û gef li hev û din xwarin. Jixwe salvegera kuştina fermandarê berê yê ‘Feyleq El-Şam’ Qasim Suleymanî jî nêzîk dibe.

Duh wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniyekê de diyar kir ku "Milîsên girêdayî Îranê, ew êrişa dawiyê ya li dijî balyozxaneya Amerîkayê pêk anîne", her wiha got: "Em bang li hemû Iraqiyan dikin ku piştgiriya hewldanên hikumeta xwe bikin da ku serweriya Iraqê bi hêz bibe û berpirsên van êrişên kirêt dibin dadgehê.”

‘ÎTALYA Û TIRKIYE DIXWAZIN BI SERWERIYA EL-SERAC HIKUMETEKÊ AVA BIKIN’

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Îtalya û Lîbya hewl didin têkçûna diyaloga siyasî ya Lîbyayê ji xwe re bi kar bînin, da ku hevalbendê xwe Fayiz El-Serac bihêlin li ser desthilatê.

Rojnameya La Repubblica ya Îtalyayê diyar kir ku serokwezîr Giuseppe Conte û wezîrê karên derve Luigi Di Maio pêşniyarek ji El-Serac arasteyî Hefter kirin ku ew bimîne serokê meclisa serokatiyê, beramberî wê jî dê serokekî hikumetê li herêma rojhilat bê destnîşankirin.

Xuya ye ku Misir jî metirsiyê serdana berpirsên Îtalyayê bo El-Recmayê dîtin, lewma wê jî serokê îstixbaratê Ebas Kamil bi rê kir El-Recmayê da ku zanibe ka helwesta Hefter çi ye û da wî razî bike ku pêşniyarê nepejirîne.”