Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin

Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê û Meclisa Malbatên Şehîdan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Reqayê hatin şermezarkirin
20 kanûn, 2020   14:54
REQA

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya avahiya xwe ya navenda bajar kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hîba El-Abdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate got: "Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê em êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Eyn Îsayê şeremzar dikin, dawiya sala 2020'î ji gelê me re yê ku azarê zilma DAIŞ'ê kişand kir destpêka rewşek bi tirs."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku malbatên şehîdan ji bo xilaskirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û cîhan bi giştî ji mezintirîn rêxistina terorî li ser rûyê erdî kezeba xwe da, piştî berdêlên ku QSD'ê dan, hikumeta Tirk û çeteyên wê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hewldanên dagirkirina Eyn Îsayê û wiha hate gotin: "Mixabin, li hemberî van binpêkirinan, dewletên Rojhilata Navîn û serokên wê bêdeng in û li zêdegaviyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin temaşe dikin. Hikumeta Tirk  van herêman wekî deriyê sereke yê dagirkirina tevahî dewletên Rojhilata Navîn dibîne. Her kes dizane ku xewnên dagirkeriya Tirk ji wisa mezintir e, ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.. delîlê vê yekê hebûna çeteyên wê li Lîbyaa û herêmên ermenan û hwd.."

Meclisa Malbatên Şehîdan bêdengiya dewletên cîhanê û rêxistinên hiqûqî yên li hemberî van binpêkirinan şermezar kir û got, bi bêdengiya xwe dibin şirîkên sereke yên binpêkirinên hikumeta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jin û zarokan.

Di daxuyaniyê de bêdengiya qada navneteweyî hate rexnekirin û hat destnîşankirin ku "Rêz ji keda şehîdên me, malbatên wan û fedekariyên QSD'ê re ya ku cîhan ji terora tarî ya DAIŞ'ê xilas kir, negirt. Li hemberî vê keda bêhempa pêwîst e ku tevahî gelên cîhanê û serokên wan vê kedê silav bikin û xwe jê re bitewînin. "

Meclisa Malbaêtn Şehîdan a Reqayê bang li hikumeta Rûsya û nûnerên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rola xwe ya garantor di pêkanîna aştiyê li herêmê de bi cih bîne.

 

Têkildarî mijarê Meclisa Partiya Pê?erojê ya Sûriyê ya Reqayê me?ek li dar xist. Nûnerên Partiya Pê?erojê ya Sûriyê ?axê Idlibê, rûspiyên e?îrên bajarê Reqayê tev li me?ê bûn.

Me? bi berzkirina diru?meyên dilsoziya bi ?ehîdan re û silavkirnia berxwedana ?ervanan di  kolanên bajêr de geriya û li ber navenda Meclisa Le?kerî ya Reqayê ya herêma Eqtan a li bakurê bajêr rawestiya.

Li vir ?ervanên Meclisa Le?kerî ya Reqayê ji ber têko?îna wan li dijî terorê bi spasnameyekê hatin xelatkirin.

Pi?tre bi navê Partiya Pê?erojê ya Sûriya Endamê Rêveberiyê Zuleyxa Ebdî, bi navê ?êx û rûspiyên e?îrên Reqayê ?êx Mihemed El-Bûxebal û bi navê Meclisa Le?kerî ya Reqayê endamê fermandar ê meclisê Ebû Casim El-Reqawî axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker êri?ên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, çeteyan di?înin gelek herêman. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk a a?tiyê ji herêmê re naxwaze dema dagirkirina herêmê berfireh kir, mebesta xwe e?kere kir. Kesên aixvîne berxwedana QSD'ê silav kir.

Di dawiyê de sloganên"Berxwedan jiyan e" berz kirin.

(eh)

ANHA