Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdulrehman Betran hat bibîranîn

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û ji damezrînerê partiyê Ebdulrehman Betran  ê ku 5'ê Mijdara borî de wefat kir, li Minbicê hat bibîranîn.

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdulrehman Betran hat bibîranîn
Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdulrehman Betran hat bibîranîn
Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdulrehman Betran hat bibîranîn
Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdulrehman Betran hat bibîranîn
Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdulrehman Betran hat bibîranîn
Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdulrehman Betran hat bibîranîn
Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdulrehman Betran hat bibîranîn
Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdulrehman Betran hat bibîranîn
20 kanûn, 2020   15:54
MINBIC

Merasîmê bîranînê li hola Navenda Çand û Hunerê ya başûrê bajarê Minbicê hat lidarxisitn. Endamên Partiya Pêşerojê ya Minbicê, malbat û dostên Ebdulrehman Betran, endamên saziyên sivîl û leşkerî û mêvanên ji Reqayê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre sînevîzyoneke li ser jiyana Betran hate pêşandan.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê hevseroka Melcisa Rêveber Nezîfe Xelo û bi navê malbata Betran, Mazin Betran axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku Ebdulrehman Betran her tim bi nûkirina xîtab û diyalogên niştimanî difikirî û di wê baweriyê de bû ku dê civakê rojekê ber veguhere civakeke demorkatîk.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Ebdulrehman Betran xwedan zemînek çandî ya fireh û xwedan hişmendiyek mezin bû. Mirovek ku ji netewperestî, olperestî û etnîkperestî û ji tundrewiya siyasî û bîrdozî dûr bû.

Piştî axaftinan wêneyên Betran diyarî malbata wî hate kirin.

ANHA