Bi hezaran xwepêşandêran berxwedana Eyn Îsa û Şengalê silav kirin

Bi hezaran xwepêşandêran berxwedana gelê navçeya Eyn Îsa ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gelê Şengalê ya li dijî planên PDK`ê, silav kirin.

Bi hezaran xwepêşandêran berxwedana Eyn Îsa û Şengalê silav kirin
Bi hezaran xwepêşandêran berxwedana Eyn Îsa û Şengalê silav kirin
Bi hezaran xwepêşandêran berxwedana Eyn Îsa û Şengalê silav kirin
Bi hezaran xwepêşandêran berxwedana Eyn Îsa û Şengalê silav kirin
20 kanûn, 2020   12:33
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û peymanên hikumeta Bexda û Partiya Demokat a Kurdistanê (PDK) li dijî Şengalê, li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Bi sedan şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî xwepêşandanan bûn.

Xwepêşandêr li pêşiya Pira Miftî ya li bajêr sekinîn û alên Yekitiya Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger rakirin û berê xwe da Navenda Xabûr a Çand û Hunerê. Xwepêşandêran dirûşmên silavkirina berxwedana gelên Eyn Îsa û Şengalê berz kirin.

Li pêşiya navenda Xabûr, meş veguhirî mêtîngê. Piştre endama rêveberiya Yekitiya Jinên  Ciwan a bajarê Hesekê Hêvîn Welîd axivî û daxuyand ku alozî û şerên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûriyê û Iraqê encama planên qirêjî yên dewletên hegemon bûn.

Hêvîn diyar kir ku di bin navê parastina sivîlan de bi hezaran zaroka hatin qetilkirin û bi sedan jin û jinên ciwan di kampên dewleta Tirk de ji aliyê rêxistinên terorîst ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve, hatin tecawizkirin.

Hêvîn destnîşan kir ku peymanên di navbera hikumetên Hewlêr-Bexda de li ser Şengalê, nîşan dide ku ew ji bo neîstqrarabûna gel û astengkirina projeya Rêveberiya Xweser, planan dikin.

Hêvîn wiha dewam kir: “Hîna çavnebariyên dewleta Tirk a dagirker di xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene. Ji lew re ew êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin û her tim hewl didin dagir bikin.”

Hêvîn piştrast kir ku heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî dê berxwedana xwe bidomînin.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Şengalê û Eyn Îsayê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê jî bi sedan şêniyên navçeyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn, da ku komployên li dijî şêniyên herêmê, êrişên dagirkeriya Tirk li ser navçeya Eyn Îsayê û kiryarên dawîn ên PDK`ê yên li Başûrê Kurdistanê red bikin.

Xwepêşandana girseyî ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê re dewam kir. Xwepêşandêran dûrişmên silavkirina berxwedana şervanên QSD`ê û hêzên gerîla berz kirin.

Xwepêşandêran her wiha pankerteke “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” û alên QSD`ê û yên partiyên siyasî rakirin.

Meş li Kolana Filistîn veguherî mîtîngê û bi navê Meclisa Navçeya Til Temirê endama rêveber ê meclise Ebdû Mûsa axivî û berxwedana hêzên leşkerî li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê, silav kirin.

Mûsa destnîşan kir ku ev êriş hemwextî pêşketinên li Sûriyê û panelên MSD`ê û diyalogên sûrî-sûrî yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, pêk tên û wiha domand: “Êrişên dagirkeriya Tirk li gorî planên navneteweyî yên bi serkêşiya Rûsya û Amerîka û hin kesên ji Encûmena Nîştimanî ya Kurdî, pêk tên û ew bi hemû rêbazan hewl dide destkefî û îradeya me têk bibe.”

Mûsa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êrişên li dijî nivîsgehên partiyên kurdî bi armanca têkbirina diyaloga kurdî-kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê, pêk tên.

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana hêzên leşkerî bi dawî bû.

(cx)

ANHA