Serokê partiyeke Tunisê ji ber xîtabên heqareta li jinan radestî dozgeriyê hate kirin

Desteya Bilind a Peywendiyan a Tunisê, ji ber heqareta li dijî jinan ku malzaroka jinan wek “kargeh” bi nav kiribû û zewicandina bi temenê biçûk de teşwîq kiribû, parlamanterek radestî Dozgeriya Giştî kir.

Serokê partiyeke Tunisê ji ber xîtabên heqareta li jinan radestî dozgeriyê hate kirin
20 kanûn, 2020   11:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamanter û serokê Partiya Rihmê Seîd El-Cezîrî di bernameyeke radyoyê de wiha gotibû: “Li Tunisê, jin di 38 û 40 saliyê de dizewicin, tevî ku kargeha wan ji 14 saliyê ve dixebite.”

Parlamanterê navborî jin wek “makîneyên zarokanînê ku di 40 saliyê de disekinin” bi nav kiribûn û banga zewicandina wan di temenê 14 saliyê de kiribû.

Desteya Bilind di biryara xwe de got: “16`ê Kanûna 2020`an di bernameyeke radyoyê de binpêkirineke mezin hate tespîtkirin, di wê xîtabê de rûmeta jinan hate binpêkirin û malzaroka wan bi kargehê hate binavkirin. Ev yek binpêkirineke mezin a rûmeta mirovan e.”

(cx)