Parlamenterekî Awisturyayê: Em piştgiriyê didin dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ`ê

Parlamanterekî ji Partiya Gel a Awisturyayê diyar kir ku hikumeta wan piştgiriyê dide avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina girtiyên DAIŞ`î û piştrast kir ku divê civaka navneteweyî berpirsyariyên xwe yên têkildarî vê mijarê pêk bîne.

Parlamenterekî Awisturyayê: Em piştgiriyê didin dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ`ê
Parlamenterekî Awisturyayê: Em piştgiriyê didin dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ`ê
Parlamenterekî Awisturyayê: Em piştgiriyê didin dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ`ê
Parlamenterekî Awisturyayê: Em piştgiriyê didin dadgeheke navneteweyî ji bo çeteyên DAIŞ`ê
20 kanûn, 2020   11:32
 NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Şandeyek ji parlamantoya Awisturyayê duh li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Şandeya ku duh sibehê di dergeha Sêmalka re gihaştibû herêmê, ji parlamantera Partiya Kesk Ewa Dziedzic, parlamanterê ji Partiya Gel Reinhod Lopatka û profesorê zanistên siyasî yê Zanîngeha Vîyaneyê Thomas Schmidinger pêk tê.

Şande li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji aliyê hevserokên daîreyê Ebdulkerîm Omer û Danya Remandan û nûnera Rêveberiya Xweser li Ewropa Mizgîn Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Parlamanterê ji Partiya Gel Reinhod Lopatka ji rojnamevanan re sedema serdanê, naveroka hevdîtina bi rayedarên Rêveberiya Xweser û planên Awisturyayê ji bo herêmê, eşkere kirin.

Lopatka li ser kedên wê di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rohilatê Sûriyê kir û got: “Li hemberî tiştên ku we ji bo Ewropayê kirine, pir şerm e ku alîkariyên navneteweyî pir kêm tên herêmê, hin caran jî tu alîkarî nagihijin herêmê.”

Lopatka li ser darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên girtî jî got: “Bername anku plana hikumeta me piştgiriyê dide damezirandina dadgeheke navneteweyî. Ji ber ku kiryarên “dewleta îslamê” li vê herêmê pêk anîne, pir hov in. Ji lew re, pir girîng e ku ew kesên wan sûc kirine bên darizandin.”

Lopatka wiha domand: “Em dizanin ku pirsgirêk ne tenê ya we ye, pirsgirêka me ye jî. Ji ber wê, em eşkere dibêjin ku hikumetên Ewropayê xwedî yek helwest in û naxwazin wan terorîstan vegerînin. Lê belê dema ku darizandin li vir be, ji erka me ye ku em piştgiriya we bikin. Avakirina vê dadgeha navneteweyî û xistina sûcdaran di girtîgehan de, dê lêçûnên zêde bixwaze.”

Lopatka her wiha destnîşan kir ku ji erka civaka navneteweyî ye ku berpirsiyariyên xwe pêk bîne û ji bo avakirina dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştgiriya Rêveberiya Xweser bike û wiha domand: “Di demekê de ku qebûl nake welatiyên xwe yên li Sûriye û Iraqê di nava çeteyên DAIŞ`ê de bûn vegerîne, divê berpirsiyariyên xwe paşguh neke.”

Ev cara duyemîn e ku şandeyeke Awisturyayê serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, lê piştî serdana yekemîn a di dergeha Sêmalka re di 1`ê Cotmeha sala par de, ev cara yekemîn e ku şande digihêje Qamişloyê.

(cx)

ANHA