Cenazeyê şehîd Muslim li Kobanê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Îzmet Muslim (Polat Kobanê) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate veşartin. Di merasîmê de nasnameyên 13 şehîdan hatin eşkerekirin.

Cenazeyê şehîd Muslim li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Muslim li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Muslim li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Muslim li Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Muslim li Kobanê hate veşartin
19 kanûn, 2020   15:50
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îzmet Muslim (Polat Kobanê) yê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle spartin axê. Di merasîmê de 13 şervanên din ku di dem û cihê cûda de şehîd bibûn, hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Heda Hesen û got: "Yên ku zilmê li ser gel û welatê xwe naxwaze bila biçin eniyên rûmetê û şer bikin. Van şehîdan zilm û koletî qebûl nekirin û xeta berxwedanê şopandin heta gihiştin şehadetê. Şehîd di dilê me de ne. Divê em xwedî li wan derkevin û destkeftiyên ku ji me re hiştine biparêzin."

Piştre, hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Herêma Firatê Nebo Temo jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kirin û wiha domand: "Gereke em ji xwe bipirsin ev çima şehîd bûn, mane ji bo ku em bi aramî û ewle bijîn canê xwe feda kir. Em bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser herêmên me şermezar dikin û dibêjin mane em di tunekirina çeteyên DAIŞ'ê de şirîk in, dewleta Tirk jî DAIŞ'ê bi rêxistin kir û ew derbasî herêmên me kirin."

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 12 şehîdan eşkere kirin. Cenazeyê şehîd Îzmet Muslim li goristanê hat veşartin.

Her wiha cenazeyê şehîd Zuleyxa Ebdî ya ku li goristana gundê Dongir hatibû veşartin, veguhestin goristana Şehîd Dîcle.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8gqYVumCCYM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>