Ciwanên Çilaxa êrişên dewleta Tirk û komploya li ser Şengalê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Çilaxa, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê û komploya li ser Şengalê şermezar kirin.

Ciwanên Çilaxa êrişên dewleta Tirk û komploya li ser Şengalê şermezar kirin
19 kanûn, 2020   15:57
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê navçeya Çilaxa, li pêşiya navenda xwe kom bûn û têkildarî êrişên dewleta Tirk  û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek dan.

Endamê tevgerê Selah El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên  li ser navçeya Eyn Îsa û komploya li dijî êzidiyên Şengalê hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin ku bêdengiya civaka navneteweyî dihêle ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmê bidomîne û herêmên din dagir bike.

Ciwanan di daxuyaniyê de gotin ku ew ê di rêzekê de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Sûriyê  bisekinin û piştgiriya xwe bi rêveberiya xweser a Şengalê re nîşan dan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-nj7x4N29PQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>