Şêniyên Zirgan û Dirbêsiyê ji bo Şengalê meşiyan

Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê bi meşekê peymana Bexda-Hewlêrê şermezar kir banga rêgirtina li pêşiya dubarekirina sînaryoya 2014`an a li dijî êzidiyan, kirin.

Şêniyên Zirgan û Dirbêsiyê ji bo Şengalê meşiyan
19 kanûn, 2020   14:07
 HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê daketin qadan û peymana Bexda-Hewlêrê û şandina Bexdayê hêzên xwe ji Şengalê re şermezar kirin.

Şênî li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li navçeya Dirbêsiyê kom bûn û pankartên “Na ji şerê birakujî re”, “Dem dema yekitiya nîştimanî ye” û wêneyên şehîdên ku li Şengalê şehîd bûne hildan.

/ar/uploads/files/2020/12/19/131808_2020-12-19-alderbasiya-mis-sebo-sengal-28129.webp

Şêniyan heta qada Şehîdan meşiyan. Şêniyan sloganên silavkirina berxwedana Şengalê berz kirin.

/ar/uploads/files/2020/12/19/131839_2020-12-19-alderbasiya-mis-sebo-sengal-28629.webp

Li qada Şehîdan, meş rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de, bi navên şêniyên her du navçeyan, şêniyê bi navê Silêman Hec Mensûr axivî û got: “Herêm di pêvajoyek gelek hesas re derbas dibe. Armanca bûyerên li Şengalê jî tunekirina rêveberiya xweser a Şengalê ye. Dewleta Tirk li dû vê komployê ye û armanc dike sînaryoya 2014`an dubare bibe.”

Hec Mensûr destnîşan kir ku gerîla Şengal ji êrişên çeteyên DAIŞ`     ê parast û bi şengaliyan re alîkar bû da ku xwe bi rêxistin bikin. Her wiha diyar kir ku Erdogan bi hevkariya her du hikumetên Bexda û Hewlêrê hewl didin vîna gelê êzidî bişkînin û rêveberiya wê tune bikin.

Hec Mensûr di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku gelê êzidî û gelê Kurd, nahêlin ku sînaryoya 2014`an dubare bibin.

Mitîng bi berzkirina sloganên silavkirina berxwedana Şengalê û dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HvgpUaiIsUE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>