Artêşa Tirk şêniyên Zaxo ku diçin nav zeviyên xwe armanc digire

Artêşa Tirk a dagirker şêniyên gundê Şilînê yê girêdayê Zaxo ku diçin nava zeviyên xwe hedef digire. Şênî ji aliyê qereqolên dewleta Tirk ên li Başûr ve hatin hedefgirtin.

Artêşa Tirk şêniyên Zaxo ku diçin nav zeviyên xwe armanc digire
19 kanûn, 2020   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk ev du roj in bênavber gundên Zaxo yê başûrê Kurdistanê topbaran dike. Artêşa Tirk a dagirker ji qereqolên xwe yên nava Başûrê Kurdistanê gundên girêdayî Zaxo’yê topbaran dike. Çavkaniyên herêmî ragihandin gundiyên Şilînê ya ser Batûfayê ku xwestine biçin nava baxên xwe ji aliyê qereqolên dewleta Tirk ve hatine topbaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyê ku hîn tam ne hatiye piştrastkirin tê guman kirin ku di encama topbaranê de birîndar jî hene.

Çavkanî diyar kir baregehên dewleta Tirk ji şêniyên gund re gotine, nabe ku hûn bikevin gundê xwe û ketina gund li wan qedexe kiriye.

Duh jî qereqola dewleta Tirk a li Girê Biyê ku di nava Başûr de ye, rêya Hirûr û herêmê topbaran kiribû. Her wiha îro balafirên Tirk jî dîsa gundên Zaxo’yê bombebaran kiribû.